Ji YPG'ê daxuyaniya li ser Heleb, Cerablûs û Tişrînê
YPG'ê diyar kir, li Helebê maşîneke leşkerî û nuqteyeke ku komên çete yên qaşo Koalîsyona Sûriyeyê ji xwe re weke cebilxane bi kar danîn hatine îmhakirin û di şer de herî kêm 2 çete hatine kuştin.
YPG'ê diyar kir, li Helebê maşîneke leşkerî û nuqteyeke ku komên çete yên qaşo Koalîsyona Sûriyeyê ji xwe re weke cebilxane bi kar danîn hatine îmhakirin û di şer de herî kêm 2 çete hatine kuştin.
Navenda Ragihandinê ya YPG'ê diyar kir, li Helebê maşîneke leşkerî û nuqteyeke ku komên çete yên qaşo Koalîsyona Sûriyeyê ji xwe re weke cebilxane bi kar danîn hatine îmhakirin û di şer de herî kêm 2 çete hatine kuştin.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin, êrîşên çeteyan ên li hemberî Tişrînê jî hatine şikandin. YPG'ê da xuyakirin, çeteyan ji Cerablûsê êrîşî bajarokê Şêxler jî kirine.
Di daxuyaniya Navenda Ragihandinê ya YPG'ê de li ser şerê li Helebê ev agahî hatin dayîn:
"Êrîşên hevbeş ên komên çeteyên di bin banê koalîsyona Suriyê de tevdigerin wekî Lîwaa Sultan Murad, Ehrar El-Şam, Furqeya 16’an, Lîwaa El-Fetih, Lîwa Siltan Mihemed El Fetêh, Arteşa El Mucahidîn, Suwar El Şam, Ehrar Suruye, Cepha El Şamiye, Siqor El Cebel, Firka 101, Foc Alewal, Cephe El Tirkmen, Tabûrên Ebû Emera, Arteşa Al Îslam, Kombûna Festeqim Kema Emert, Lîwa 13., Firqa El Şemaliye û Tabûrên Nûreddîn Zenkî ya li dijî taxa Şêx Meqsûd a Halebê berdewam dike.
Komên çeteyan 28’ê Nîsanê ji herêmên Muselles, Eşrefiye, Seken Şebab û Seken Şikeyf li dijî taxa Şêx Meqsûd a Halebê êrîşên nû lidarxistin. Hêzên me êrîşên çeteyên ku dixwastin ji herêma Seken Şebab tekevin taxê şikandin û li herêma Seken Şikeyf jî maşînekî leşkerî ya çeteyan ruxandin. Hejmara kuştî û birîndarên çeteyan a di van şeran de nehat zelalkirin.
Hêzên me di şerê herêma Muselles de nuqtekî çeteyan a wekî cihê cebilxane dihat kar anîn rûxandin. Hejmara kuştî û birîndarê çeteyan a di vê teqandinê de nêzî cihê cebilxane de bûn nehat zelalkirin. Di şerên milê Eşrefiyê de jî qasî hat zelalkirin 2 endamê çeteyan hatin kuştin."
ÊRÎŞA ÇETEYAN A LI HEMBERÎ TIŞRÎNÊ HAT ŞIKANDIN
Navendê li ser êrîşên çeteyan ên li hemberî Tişrîn û Cerablûsê jî ev agahî da:
"28'ê Nîsanê saet di navbera 12.00 û 14.00’an de çeteyên DAIŞ’ê bi çekên giran êrîş birin li ser rojhilatê bakur a bendava Tişrîn a giredayî Kobanê.
Heman rojê saet 12.00’an de jî hêzên me maşînekî leşkerî ya çeteyên ku xwastin ji milê rojhilat ve êrîşî bendavê bikin rûxandin. Komên çeteyan ku êrîşê wan serneket bi çekên giran heta saet 13.00’an herêm bombebaran kirin.
28'ê Nîsanê saet di navbera 07.00-08.00 û 11.00-12.00’an de çeteyên DAIŞ’ê ji çeperên xwe yên Cerablûsa Jêrîn bi çekên giran êrîş birin ser bajaroka Şêxler a giredayî Kobanê."