Ji Yoûng Strûggle çalakiya piştgiriya ji bo Kobanê
Rêxistina Ciwanan Yoûng Strûggle, ji bo Kobanê li bajarê Swîsre Baselê çalakiya piştgirîdayînê lidar xist.
Rêxistina Ciwanan Yoûng Strûggle, ji bo Kobanê li bajarê Swîsre Baselê çalakiya piştgirîdayînê lidar xist.
Rêxistina Ciwanan Yoûng Strûggle, ji bo Kobanê li bajarê Swîsre Baselê çalakiya piştgirîdayînê lidar xist.
Di çalakiya li Salona Dawetê ya Hazal a Baselê de 250 kes amade bûn. Li salonê wêneyên şervanên YPG/YPJ'ê û MLKP'ê yên di parastina Şoreşa Rojava de canê xwe feda kirin, hatin daliqandin.
Di destpêka çalakiyê de, di şexsê şervanê MLKP'ê Halîl Aksakal (Mazlûm Aktaş) ê di operasyona azadkirina Girê Spî de jiyana xwe ji dest da, hemû cangoriyên têkoşîna azadî û şoreşê, hatin bîranîn.
Nûnerê Yoûng Stûggle yê Swîsreyê di axaftina xwe ya li vir de bal kişand ser armanca çalakiyê û diyar kir ku hatineyên ji çalakiyê wê, ji bo avakirina nexweşxaneya li Kobanê bê şandin. Nûner di axaftina xwe de diyar kir ku sîstema kapîtalîst dixwaze pêşeroja ciwanan bidize, bi vî rengî ciwanên dejenerekirî biafirîne û diyar kir ku ciwanên li Tirkiyeyê bi îsyana Gezî re ev planên kapîtalîzmê pûç kirine. Di axaftinê de hat destnîşankirin ku ji bo parastina Şoreşa Rojava û ji nû ve avakirina Kobanê wezîfe dikeve ser milê her kesî û banga xurtkirina piştevaniyê li her kesî hat kirin.
Piştî axaftinan Çagdaş û Grûp Eylul, Grûp Mor û Gulo Sor derketin ser dikê. Çalakî heta derengiya şevê dewam kir.