Ji Yildirim ji bo şehîdgehê banga kampanyaya malî
Gelê Mûşê roja yekemîn a cejnê herikin “Şehîdgeha Şehîd Ronahî û Şehîd Îsmaîl” a ku ji aliyê balafirên şer û wesayîtên zirxî ve hate xerakirin.
Gelê Mûşê roja yekemîn a cejnê herikin “Şehîdgeha Şehîd Ronahî û Şehîd Îsmaîl” a ku ji aliyê balafirên şer û wesayîtên zirxî ve hate xerakirin.
Gelê Mûşê roja yekemîn a cejnê herikin “Şehîdgeha Şehîd Ronahî û Şehîd Îsmaîl” a ku ji aliyê balafirên şer û wesayîtên zirxî ve hate xerakirin.
Parlamenterê HDP’ê Ahmet Yildirim li vir axivî û wiha got: “Em bang li hemû kesên li vir an jî nehatine dikin. Ji îro şûn ve em kampanyayeke aboriyê didin destpêkirin. Di demeke kin de em ê şehîdgehê çêkin. Heke em çênekin her roj ji me re heram e.”
Gelê Mûşê roja yekemîn a cejna qurbanê herikîn “Şehîdgeha Şehît Îsmaîl û Şehîd Ronahî” ya li navçeya Gimgimê. Bi hezaran kes gorên ku hatine xerakirin ziyaret kirin, Quran xwendin û dûa kirin. Di serdanê de bi sirûda çerxa şoreşê ve rêz girtin. Piştî rêzgirtinê Parlamenterê HDP’ê Ahmet Yildirim axivî û diyar kir ku hikûmeta AKP’ê û dewlet dixwaze rojên pîroz li ser gelê Kurd tarî bike.
Yildirim wiha got: “Li vir çend şehîd narazên. Li vir dîrokek radizê. Li vir ruhê azadiyê radizê. Li vir tovên jiyanê radizên. Wan ji bo berjewendiyên xwe ev têkoşîn nedane. Ji bo azadî û rûmeta gelê xwe dane. Jiyana wan ji bo me pîroz e. Gelekî ku şehîdên xwe ji bîr bike wê dîrok û pêşeroja xwe ji bîr bike. Bila ti kes pêşeroja gel tarî neke em ê destûrê nedin.”
Yildirim bilêv kir ku wê şehîdgehê ji nû ve çêbikin û bang li hemû kesan kir û xwest piştgiriyê bidin kampanyaya aboriyê. Yildirim banga, “Em ê dest bidin hev. Em li vir bang li hemû kesan dikin. Ji îro şûn ve em kampanyaya aboriyê didin destpêkirin. Di demeke kin de em ê şehîdgehê çêkin. Heke em vê yekê nekin her roj ji me re heram e. Ji bo vê yekê jî dibêjin ku bila hema her gund, navçe, tax kampanyayê bidin destpêkirin. Herî kêm di nava hefteyek an jî deh rojan de em careke din şehîdgehê çêkin. Em jiyana xwe deyndarî şehîdan e. Roja ku em wan ji bîr bikin roja tinebûna me ye. Şehîdên me dil, mejî, fikr û îradeya me ne hemû tiştên me ne. Divê em girêdana xwe ya ji bo wan nîşan bidin.”