Şaxa ÎHD’ê ya Amedê û xizmên windayan di çalakiya xwe ya hefteya 194’emîn de bal kişand ser çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û doveneger. Rêveberê Şaxa ÎHD’ê yê Amedê Serdar Çelebî bal kişand ser greva birçîbûnê û wiha got: "Daxwazên girtiyan daxwazên mirovahî ne. Dixwazin bi zimanê zikmakî perwerdehiyê bibînin û parastina xwe bikin. Dixwazin tecrîd bê rakirin. Ji bo vê yekê pêdivî bi guhertina makezagonê tune ye.”
Şaxa ÎHD’ê ya Amedê û xizmên windayan çalakiya xwe hefteya 194’emîn li Parka Koşuyoluyê li dar xist. Dayîkên Aştiyê yên Amedê, nûnerên saziyên sivîl ên civakî û gelek kesên din tevlî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de wêneyên kesên hatin windakirin hatin hilgirtin.
Rêveberê Şaxa ÎHD’ê ya Amedê Prz. Serdar Çelebî, diyar kir ku çalakiya “Bila winda bên dîtin kiryar bên darizandin” ket heftaya 194’emîn. Çelebî, anî ziman ku çalakiya wan rastî Cejna Qûrbanê hat û wiha got: "Çalakiya me ya hefteya 194'emîn rastî Cejna Qurbanê hat. Cejna Qurbanê ji bo Îslamê rêgeza mirovan nekirin qurvan hatiye destnîşankirin. Dema ku dixwastin Hz. Îsmaîl qurban bikin Xwedê ferman li şuna wî beranej qurban bikin kir. Lê li erdnîgariya kurdan Kurdistanê di salên 90’an de ji ber ku mirovan daxwaza mafên xwe yên herî însanî kirin hatin qurbankirin. Em niha dixwazin ew mirovên hatin qurbankirin bên dîtin.”
'JI BO TECRÎDA ÎMRALIYÊ BÊ RAKIRIN PÊDIVÎ BI GUHERTINA MAKEZAGONÊ TUNE YE’
Çelebî, anî ziman ku ew kesên hatin qurbankirin ji kesên ew qetil kirin dixwazin û wiha axivî: “Sedema ev 194 heftene em encamê nagirin ev e. Heman pargal û tu guherîn tune ne. Kesek derdikeve tiştekî cuda dibêje lê tu kes gavan navêje. Niha dixwazin hinek kesên din li van qurbanan zêde bikin. Li girtîgehan 618 girtî ji bo daxwazên mirovahî dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin. Girtî daxwaza perwerdehiya zimanê zikmakî û parastina bi zimanê zikmakî dikin. Dixwazin tecrîda li Îmraliyê bê rakirin. Ji bo tecrîda li Îmraliyê bê rakirin pêdivî bi guhertina makezagonê tuneye. Tu pêdivî bi guherîna zagonan tuneye. Tenê vîneke hêsan. Heke kêştî xerabe be bê temîrkirin. Ji bo vê yekê tu astengên zagonî tune ne.”
Çelebi, da zanin ku daxwazên girtiyan tenê ji ber sedemek înat nayên qebûkirin û çalakiya greva birçîbûnê ketiye roja 46’emîn û dibe ku mirin êdî pêk bên. Çelebî, bilêv kir ku êdî ketina pêvajoyekî vegera wê tuneye. Çelebî, destnîşan kir ku qedexekirina perwerdehiya zimanê zikmakî û parastina zimanê zikmakî ne di hiqûqî de ne jî însanî tu îzahata wê tuneye û wiha pê de çû: "Heke kesek ji bo vê yekê bedena xwe ji mirinê re razîne û ligel vê yekê hikûmet ji vê yekê re çareseriyê nebîne pirsgirêka kesekî din weke pirsgirêka xwe bibîne pirgirêka xwe nebîne hem li ser navê hiqûqê û hem jî li ser navê wijdana mirovahiyê rewşa şerm jê bê kirin e.”
'HEVSERÊ MIN LI CEM MIN GIRTIN Û QETIL KIRIN’
Pişt re Hatîce Tekdag çîroka hevserê xwe Alî Tekdag ê ku di 13’ê mijdara 1994’an de li Amedê hate windakirin vegot. Tekdag, diyar kir ku hevserê wê li cem wê binçavkirin winda kirin. Tekdag, da zanîn ku ji bo hevserê xwe peyda bike serî li hemû cihan da lê tu encama bi dest nexist û ji wê rojê şunda tu agahî jî wî negirtin. Tekdag, bilêv kir ku tu caran wê dest ji lêgerîna hevserê xwe berneda û niha jî li wî digere. Tekdag, destnîşan kir ku dîroka windakirina hevserê wê 13’ê mijdarê ye û dê di wê dîrokê de windabûna hevserê wê bikeve sala 16’emîn û wiha got: “Em ji dewleta tirk hestiyên hevserê xwe dixwazin. Berpirsiyarên yekemîn ên van windayan Tansu Çîler, Mehmet Agar û Kenan Evren e. Rayedarên wê demê yên herêmê ne. Dixwazin ku cenazeyên me li ku ne. Çi bibe bila bibe ez dê hestiyên hevserê xwe peyda bikim û bînim li Amedê li cem şehîdan defin bikim. Kurê min jî winda kirin. Şervan bû cenazeyê wî jî ket destê wan û min tu agahî jê negirtin. Ez li wî jî digerim. Hin ez bijîm ez dê aqubeta hevser û kurê xwe her tim bipirsim.”
Piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê pêk hat.