Ji Xizmên Nebediyan bang: Li gel me bin!

Xizmên Nebediyan û Şaxên ÎHD'ê yên Amed û Êlihê wekî her hefte vê hefteyê jî çalakiya 'Bila winda bên dîtin kujer bên darizandin' pêk anîn. Di çalakiya Amedê de aqûbeta Serhat Kazak ê ku di 13 saliya xwe de li Colemêrgê hat windakirin hat pirsîn.

Xizmên Nebediyan û Şaxên ÎHD'ê yên Amed û Êlihê wekî her hefte vê hefteyê jî çalakiya 'Bila winda bên dîtin kujer bên darizandin' pêk anîn. Di çalakiya Amedê de aqûbeta zarokê bi navê Serhat Kazak ê ku di 13 saliya xwe de li Colemêrgê hat windakirin hat pirsîn.

Şaxa Komeleya Mafên Mirovan a Amedê bi tevlîbûna xizmên nebediyan ji ber biryara Walîtiya Amedê ku hemû çalakiyên li derve qedexe kirine, li avahiya İHD'ê daxuyaniyek da çapemeniyê.

Di çalakiya hefteya 397'mîn de li aqûbeta zarokê bi navê Serhat Kazanê ku di sala 1992'yan de li navçeya Şemzînan a Colemêrgê ji ber pûşiya kesk, sor û zer li stûyê xwe alandibû ji hêla tîmên taybet ve hat binçavkirin û cenazeyê wî li pêş mala wan hat dîtin, hat pirsîn.

Beriya çalakiya rûniştinê Cîgirê Serokê Giştî yê İHD'ê û Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Racî Bîlîcî  axaftinek kir û bal kişand ser têkoşîna ku ji bo aqûbeta nebediyan bê ronîkirin tê dayîn û destnîşan kir ku ew piştgiriyek zêde ji raya giştî nagirin û got ku li gel vê yekî jî ew ê çalakiya xwe ya heftane bidomînin.

Piştre bûyera qetilkirina zarokê bi navê Serhat Kazan ê 13 salî ji hêla Endamê Komîsyona Nebediyan a Şaxa ÎHD'ê Hasan Yalçin ve hat xwendin.

Yalçin diyar kir ku Serhat di 13 saliya xwe de ji ber pûşiya kesk sor û zer xistibû situyê ji hêla Qeymeqamê navçeyê ve hedef hat nîşandan û got ku Serhat ji hêla Tîmên taybet ên di jêrzemîna dibistana ku lê dixwend ve hat binçavkirin û paşê cenazeyê wî li pêş mala wan hat dîtin. Yalçin dazanîn ku şahidên karkerên înşaatê tîmên taybet dîtin ku cenazeyê Serhat avêtin pêş mala wan û xwest kujerên Serhat bên dîtin û cezakirin.

Piştî  axaftina Yalçin ji bo aqubeta hemû windayan bê ronîkirin çalakiya rûniştinê ya 5 deqeyan hat lidarxistin.

ÊLIH

Çalakiya Xizmên Nebediyan li Êlihê jî di hefteya 397'mîn de dewam kir.

Xizmên windayan tevî Rêveberên Şaxa ÎHD'ê yê Êlihê li ber Birdariya Mafên Mirovan a li Kolana Gulîstanê hatin cem hev û daxuyaniyek dan çapemeniyê.

Li ser navê ÎHD'ê Devran Yildiz daxuyanî xwend û ji ber mamoste ji peywîrê têne girtin, ev rewş şermezar kir.

Di çalakiya vê hefteyê de li aqûbeta Şaredarê Êlihê Edîp Solmaz hat pirsîn û wiha hat gotin: "Edîp Solmaz di sala 1979'an wekî namzetê serbixwe ket hilbijartinê û bû Şaredarê Êlihê. Piştî dest bi peywira Şaredariyê kir 28 roj û şûnde di encama êrîşa çekdarî de jiyana xwe ji dest da. Solmaz Şaredarekî welatparêz bû. Tevî bi dehan sal di ser kuştina wî re derbas bûn jî hê piştperdeya kuştina wî nehatiye zelal kirin.”

Piştî daxuyaniyê çalakî bidawî bû.

...