Ji Xelfetiyê desteka ji bo berxwedana Farqînê
Li Xelfetiyê, dorpêçî û hewldanên komkujiyê yên li Farqînê hatin protestokirin û destek ji berxwedana Farqînê re hat dayîn.
Li Xelfetiyê, dorpêçî û hewldanên komkujiyê yên li Farqînê hatin protestokirin û destek ji berxwedana Farqînê re hat dayîn.
Li Xelfetiyê, dorpêçî û hewldanên komkujiyê yên li Farqînê hatin protestokirin û destek ji berxwedana Farqînê re hat dayîn. Hevserokê HDP'ê yê Xelfetiyê Ahmet Sonmez got, "Navçeya me Farqîn ev 10 roj in di bin dorpêçiyê de ye. Em dixwzin qedexeya derketina derve ya li Farqînê derhal bê rakirin."
Rêxistinên HDP û DBP'ê yên Xelfetiyê, li hemberî dorpêçî û hewldanên komkujiyên 10 roj in li Farqînê dewam dikin, daxuyaniyek dan çapemeniyê. Daxuyaniya çapemeniyê ya li ber avahiya HDP'ê ya Navçeyê, ji aliyê Hevserokê HDP'ê yê Xelfetiyê Ahmet Sonmez ve hat dayîn.
'EM XWEDÎ LI RUHÊ HILBIJARTINÊ YÊ 7'Ê HEZÎRANÊ DERDIKEVIN'
Sonmez da xuyakirin ku AKP'ê di darbeya sivîl a 7'ê Hezîranê re parlament girtiye û vîna gelên Tirkiyeyê tine hesibandiye. Sonmez diyar kir ku serketina hilbijartinên ya bloka demokrasiyê nehatiye qebûlkirin û anî ziman ku bi senaryoya hilbijartinên 1'ê Mijdarê re hatiye xwestin ku destketî ji holê bên rakirin.
LI DIJÎ ZÎHNIYETA QEDEXEKER EM LI KOLANAN E, EM LI BER XWE DIDIN'
Sonmez da xuyakirin ku êrîşên beriya hilbijartinê yên li Amed, Pirsûs û Enqereyê, êrîşên piştî hilbijartinên 1'ê Mijdarê yên li Gever, Sûr, Cizîr û Farqînê polîtîkaya dewletê ye û da zanîn kuw eke partî, ew ê li hemberî van polîtîkayan pêngava çalakiyên demokratîk û parastina azadiyan, bi rê ve bibin.
Li dû daxuyaniyê dirûşmên "Bijî Berxwedana Farqînê" hatin qîrîn û banga destekkirina Farqînê bi çalakiyan hat kirin.