Parlementerê BDP’ê yê Wanê Ozdal Uçer nerazîbûn nîşanî daxuyaniya Serokwezîrê Tirk Recep Tayyîp Erdogan a bi awayê “Du vebişkar hene; an Qendîl, an Meclîs” da û got; “Ger pêwîst be ez ê beriya ker kesî biçim çiyê.”
Parlementerê BDP’ê yê Wanê Ozdal Uçer li ber konê li Wanê daxuyaniyek da çapemeniyê û nerazîbûnek tund nîşanî daxuyaniyên Erdogan da. Uçer destnîşan kir ku Erdogan li şûna daxuyaniyek der barê grevên birçîbûnê de bide, diçe behsa kebab û goştê berxikan dike.
Uçer got; “Li gorî gotina Erdogan divê em hemû di greva birçîbûnê de bin. Ger pêwîst be divê em deriyên zindanan bişkînin. Lê tiştek divê Erdogan û alîgirên wî baş bizanin heye: Tu hêzên faşîst nikare xwe li ber vîna gelê Kurd bigire. Em weke gelê Wanê ev hişyarî dikin: Ger ji niha û pêve mudaxeleyek li hemberî nerazîbûnên gelê me yên demokratîk pêk bê, em xwe biparzêin. Ger ji me parlementeran re dibêje “herin çiyê”, bila mereq neke, ger pêwîst be ez ê beriya her kesî biçim çiyê. Ger ez û yên weke min jî biçin çiyê, bila baş bizane ku ew nikare bi rehetî li vir bimîne.”