Tevgera Şoreşgerî ya gerîlayên HPG’ê di 23’yê Tîrmehê de li navçeya Şemizînan a Colemêrgê dan destpêkirin û piştre belavê hemû Colemêrgê bû berdewam dike. Gerîlayên di nava van pevçûnan de cih girtin dibêjin; “Ev tenvger ne ji bo rakirina tecrîda li ser serokê me ye. Ev tevgera şoreşgerî ji bo azadkirina Serok Apo û tohildana zarok û ciwanên Kurd, gelê Kurd e. Ev tolhildana Ugur Kaymaz, Ceylan Onkol an e. Dîsa tolhildana Roboskê ye.”
Gerîlayên HPG’ê yên li herêma Şemizînanê di şer û pevçûnên dijwar de cih girtin û birîndar bûn, çavdêriyên xwe ji ANF’ê re vegotin. Gerîla dibêjin; “Li hember teknîka wan ku ji her alî ve bi kar dianîn, hevalên me yê ku birîndar jî dibû qada şer bernedida. Hestên me yên tolhildanê ewqas bilind bûn tu kesî birîna xwe guhdar nedikir.”
Ferzad Zagros: Di 23’yê tîrmehê de taktîkek di nav vê operasyonê de hat meşandin. Vê jî encamên pir xurt derxistin holê. Operasyon ji ser esasên ku dijmin kişandina erazî bû. Bi vê re bikaranîna hemû taktîkan di nava vê operasyona şoreşgerî de bû. Vê encamên pir xurt derxistin holê. Operasyona tevgera 23’yê Tîrmehê de da destpekirin heta niha jî berdewam dike. Ew qadên ku dijmin digot kes nikare têkeve, li hember hemû teknîka dijmin jî ku dibêje ez hêza dûyemin a NATO’yê me, îro ev erazî hemû di bin kontrola gerîlayan de ye. Hemû qadên stratejîk bi rastî jî dijmin ew qas teknîk bi kar tîne, lê belê disa nikare têkeve eraziyê. Bi şevan, bi rojan ewqas teknîk hat xebitandin. Mirov dema ku lê dinêre rojê herî kêm sedan obîs û hewan diavêtin. Di gel balefirên şer ewqas keşîf jî digeriya. Le dîsa jî nikaribû gavekî pêş de were. Ji ber ku gerîla taktîka xwe guhertibû. Li ser esasê operasyona şoreşgerî rastî jî gavek pir girîng hat. Piştî wê jî tu li rewşê temaşe dikî, a herî girîng jî rewşa Rebertiyê ye. Ev 381 roj in bi rêbertî re hevdîtin çênabe. Hedefa me jî azadkirina Rebertiyê ye. Em dîsa dibêjin ji bo me “An azadiya Serokê me, an Azadî” dirşûma me ye. Dijmin êdî nikare rehet tevbigere, me tirsek mezin xistiye nava dilê wan de.
Heta niha li hemberê me baweriya wan bi teknîka wan dihat ku ew jî di vê hemleya şoreşgerî de derbeyek mezin xwarin. Ev nezî 20 rojane dijmin dixwaze bikeve qadê lê nikare. Me bi xwe tê de cih girt û dît, dijmin nikare gavekî pêşve bavêje. Me weke gerîla got êdî ji êrîşan re bes e.
HEVALÊN BIRÎNDAR NEDIXWESTIN JI HERÊMÊ DÛR BIKEVIN
Di qada pevçûnan de hevalên ku birîndar dibûn nedixwestin ji qadê derkevin. Rexmê birîna xwe dixwestin di pevçûnan de cîhê xwe bigirin. Ew jî hestên bilindbûyîna tolhildanê tê. Asta tevlîbûyîna gerîla vê astê de tu astengiyê li pêşiya xwe nabîne. Li aliyê din jî, dijmin rastiyan vedişêre. Cihê ku me bi xwe yek bi yek cihê xwe têde girtî gelek windahiyê wan hebûn. Le belê wekê tu bûyer neqewimîne, şerê dijwar tenê ji aliye me ve te meşandin, didin diyarkirin. Tiştên ku me bi xwe bi çaven xwe dîtiye hene lê belê vê rastiyê ji raya giştî û gelê xwe vedişêrin. Şerek pir dijwar li heremên Şemzînan tê meşandin, lê mirov li medyaya wan dinêre, tu tiştî nadin diyarkirin. Bêdengiyek pir mezin heye. Kuştiyên wan gelek hene, hin kuştiyên xwe li qada şer hiştin û paş ve çûn. Me bi xwe di pevçûnan de cihê xwe girt û kuştiyê wan ên ku me bi çavên xwe ditî hene. Le çapemeniya dijmin wisa dike ku tu dibêjî qey tu bûyer neqewimiye. Li aliyê din nahêlin medya têkevê heremê. Ji ber ku rastiyê vedişêrin nahêlin çapemenî têkeve heremê.
TAKTÎKÊN GERÎLA YÊ NÛ ARTÊŞ MATMAYÎ HIŞT…
Arzelen Munzur: Ji bo tevgera şoreşgerî bi rastî jî tevgerek pir berfireh bû. Ev tevger li ser esasê ku sala 2012’an an dê bibe sala serkeftîne an bibe sala serkeftînê bû. Tevger li ser ser esasê dorpêçkirina Şemizînanê bû. Hem amadekarî û him jî pevçûnên destpêkê pir zêde bûn. Ya yekemîn dijmin ne li benda me bû ku em bi şewazekî wisa bi ser wan de biçin. Vê yekê jî dijmin matmayî hişt.
Bi şewaz û taktîkek nû me jî şer de cihê xwe girt. Min bi xwe heşt roja cihê xwe di pevçûnê de girt. Bi rastî jî her roj pevçûn pêk dihatin. Wendahiyên dijmin pir bûn. Ji aliyê gerîla ve jî şerekî pîr dijwar dihat meşandin. Her roj pevçûn di navbera dijmin û gerîla de çedibû ji ber vê yekê jî dijmin zêde nekarî derkeve erazî. Gava derdiketin eraziyan gelek wendahî didan.
DIJMIN NEKARÎ BÊ KUŞTIYÊN XWE JÎ BIBE
Dema ku ez jî di nav de bûm dû caran dijmin xwest operasyonen mezin bide meşandin. Lê me her dû caran jî lêxist û neçar ma paş ve vegeriyan. Li vê derê di her aliyê de dijmin darbeyek pir mezin xwar. Ji ber ku dijmin tar û mar bibû. Gerîla bi taktîkek pir cûda ser dijmin de çû û dijmin ne li benda êrişek wiha bû. Êdî dijmin qada ku ketiyê nikarî bû jê derkeve. Dijmin şoqek pir mezin jiya. Yanî dijmin ket qadê lê belê vegera wan çênebû. Pevçûn ewqas dijwar bû ku dijmin nikarî were kuştiyê xwe bibe. Vê rastiyê di me de coşek pir mezin ava kir. Dema me bi xwe ev dît, yanî dijmin ket qada ku digot ya mi ne û nikare jê derkeve, heyecan û coşek pir mezin pêk hat. Vê rastiyê ruhek pir cûda bi me re çêkir.
Dema dijmin dît ku bi vî şewazî tu encamekê nagire êrişên hewayî pek anîn. Balafir diçûn kobra dihatin piştre jî bi obîs û hewanan erazî didan ber bombeyan. Ligel van êrişan jî nikarî cenazeyên xwe ji qadê bibe. Komên dijmin yê ku hatîn erazî an du kom vegeriyan an jî venegeriyan. Her çiqas medyaya Tirk dixwaze vê rastiya veşere jî lê me bixwe bi çaven xwe dît.
Min çekên giran bi kar dianî bi vî awayî her roj min jî cihê xwe pevçûna de digirt. Di her pevçûnê me heta encam negirtiba em venedigeryan. Vê rastiya me jî dijmin şok kiribû. Wan bi teknîka xwe dixwestin encamê bi dest bixin, lê ku dîtin bin dikevin nizanibûn çi bikin. Hevalan qet nedihîşt dijmin nefesek rehet bistîne. Ji ber vê yekê jî wan tengasiyek pir mezin jiya. Ji neçarbûna carna du Heron bi hev re radikirin lê dîsa jî tu encam nedigirtin.
Mînak, carekî du rojan ser hev du bê navber li çeperên me xistin lê tu encam negirtin. Piştî heşt rojan pevçûn derket. Ez bi xwe di encama êrîşên obîsan de ji pişta xwe birîndar bûm. Hingê me ji aliyekî ve hevalên din ji aliye din ve erîş dikirin. Me bi rêbazek cuda komek din bi şewazek cuda erîş dikirin. Vê rêbaza me di dijmin de tengasîkek pir mezin da çêkirin.
Niha jî ber birîndariya xwe belkî em dûrê hevalan in, le ruhê me li wir e û di fireseta pêşî de em ê dîsa cihê xwe tedê bigrin. Her çiqas dijmin vê serkeftina me qebûl neke jî em di vê tevgera şoreşgerî de ser bikevin û vegera me ji vî nîne. Ez bawer im em ê encamên hêj mezintir jî bigirin. Dîsa dibêjim heya em encam negirin, heya em serokê xwe azad nekin, em dest ji vê doza xwe bernadin.
GERÎLAYAN TOLA ÛGÛR Û CEYLANAN HILDA
Zîlan Dêrsim: Weke hemu kes dizane dorpeçkirina Şemînanê tenê ne ji bo rakirina tecrîda li ser serokê me ye. Ev tevgera şoreşgerî ji bo azadkirina Serok Apo û tohildana zarok û ciwanên Kurd, gelê Kurd e. Ev tolhildana Ugur Kaymaz, Ceylan Onkol an e. Dîsa tolhildana Roboskê ye. Ev hemleyek nû ye, ji her aliyiê ve em bi navê tevgera şoreşgerî bi nav dikin. Wextê rêxistinê ev tevger peş xist ; dijmin her tim li bendê bû ku em dîsa paş de vebikişin. Le belê biryardariya hevalan û îradebûna hevalan nîşan da ku heta azadiya Serok dê bidonmînin. Em ê heta dawî Şemzînanê dorpeç bikin û bernadin.
LI GOMANÊ MAM...
Ev pêvajoya ku hatiye destpêkirin armanc û hedefa wê ew e ku em Serokatî azad bikin. Bi vê îdîa û bîryarbûyînê heta niha tevlibûnek pir xurt pêk tê. Heta Serokê me azad nebe em dest ji doza xwe bernadin. Em heta azadiya Serokê xwe û gelê xwe bi dest nexi dest ji van çalakiyên xwe bernadin. Min bi xwe cihê ku dijmin dibeje qada me ye li Gomanê cihê xwe girt. Piştî demekî ez ji dest û rûyê xwe birîndar bûm. Li vê derê şahadet çêbûn. Ev dihêle ku li hember dijmin kînek pir mezin bi me re çêbibe. Tu carî em nahêlin ku tola va hevalan li erdê bimîne.
EM ÇÛN SER CENAZEYÊN GERÎLAYAN JÎ
Di pevçûnê de me bi xwe cihê xwe girt û em çûn ser cenazeyên wan jî. Hem me mayîn teqand hem bi çekên giran lê da. Lê dîsa jî dijmin van kuştiyên xwe nade ber çav. Ev rastiyên li wir pêk hatin wê derkevin holê ku ji niha ve gelek hîleyen wan derketine holê. Me bi xwe bi çavên xwe kuştiyen dijmin dît lê li hember van rastiya jî dijmin dixwaze van bûyera veşêre. Lê em heta azadiya Serokê xwe bi dest nexin nasekinin.
BERXWEDANA GERÎLA TEKNÎKA HERÎ PÊŞKETÎ VALA DERXIST…
Cemîl Cigerxwîn: Me weke tevgera azadiyê tecrîda li ser Reber Apo û erîşen li ser gelê xwe qebûl nekir û tevgera şoreşgerî dest pê kir. Dewletê nehîşt bi Serokê me re hevdîtin pêk bê. Dijmin ji bo azadkirina Serokê me tu rê ji me re nehîşt. Ji bo aştiyê tu rê nehiştine. Ji ber vê jî me şerê gelê şoreşgerî îlan kir. Ji bo vê 23’yê tîrmehê me amadekarî kirin, ruxmê keşfa dijmin her wext li ser sêre me jî bû, me amedekariyên xwe kirin. Dijmin bawer nedikir em ew qasî nêzî wan bibin. Lê hevalên li pêşiya me hebûn. Yanî yê hîn nêzîktirê wan hebûn. Lê wan bawer nedikir û şok diman. Hinek hevalên me di nava dijmin de bûn lê agahiya wan pê tune bû.
Dema amadekariya, me hemûya digot kengê dema pevçûnê were û em ê cihê xwe şer de bigirin. Piştî demekî em jî çûn û me cihê xwe di pevçûnan de girt. Her komek ji aliyek din ve êriş kir û şewazê me hemûyan cuda bû. Lê armanca me yek bû. Moral û coşa hevalan hêzek wisa dida mirov ku mirov digot çi were pêşiya min ez ê bikim. Wê demê zehmetiyê ku me, li ber çavên me biçûk dibûn. Em wisa bi coş û bi heyecan diçû peywirê . Her hevalekî dixwest gavek din pêş de cihe xwe bigire. Her heval çi kar bihata peşiya wan dikir. Dijmin teknîkek wisa li hember me bi kar dianî nayê gotin. Balefir diçû, kobra dihat, keşf ji xwe her ser serê me bû, her tim obis û hewan jî diavetin.
Li hember teknîka wan ku ji her alî ve bi kar dianîn, hevalên me yê ku birîndar jî dibû qada şer bernedida. Hestên me yên tolhildanê ewqas bilind bûn tu kesî birîna xwe guhdar nedikir. Ewqas teknîk bi ser me de bi kar anî lê encam negirtin. Dem dem me erîş li ser wan pek dinanîn ew paş ve vedikîşiyan. Le kuştiyê xwe li paş xwe dihiştin.
Dijmin vekişiya piştre dîsa neçar ma ku bi teknîka xwe ser me de bê. Şevekî bi mesafeyek nezîk dîsa em ketibûn pevçûnê. Ez wê demê birîndar bûm ji lingê xwe. Moralê hevalan û ruhê di me de hat avakirin nedihîşt ez bi birîndariya xwe bihesim jî. Heta demekî hevalan ji min re digot paş ve vebikişe min nedixwest ez vebikişim.
HER ŞEHADETEK DIBE SOZA TOHILDANÊ
Bila dijmin binaze ku şehadeta her hevalekî me ji me re dibe soza tolhildanê. Çiqas tecrîd bidome, çiqas hevalên me şehîd bikevin, birîndar bibin hestên me yên tolhildanê ewqas mezin dibe. Hevalek ku min nêzde nas dikir şehîd ket, êdi di pevçûnan de min xwe zor digirt.
Belkî niha ez birîndar bûme, le sibê-dusibe ezê dîsa biçim mevziya xwe bigirim. Dijmin çi bike bila bike nikare li Kurdistanê şarlatantiyê bike. Heta em Serok û gele xwe azad nekin em çeperên xwe yê şer bernadin. Duruşma me ya 2012’an “An azadî, an azadî”ye.”