Saziya Zimanê Kurdî (SZK) ya Rojavayê Kurdistanê, bêdengiya partî û rêxistinan a li hemberî pêkutî û zextên li ser zimanê kurdî, her wiha astengiyên li pêşiya perwerdehiya zimanê kurdî, şermezar kir. SZK’ê her wiha banga piştgiriyê kir.
Saziya Zimanê Kurdî ku ev ji salekê zêdetir e li Rojavayê Kurdistanê xebatên ziman dimeşîne û cara yekemîn li dibistanên dewletê jî destwerdana li dersên kurdî kir, li hemberî pêkutî û astengiyên li pêşiya xebatên perwerdehiyê, xwe bi tenê dihesibîne. SZK’ê têkildarî mijarê daxuyaniyek nivîskî weşand û li hemberî bêdengiya partî û rêxistinan nerazîbûn nîşan da.
Di daxuyaniyekê de hate destnîşankirin ku SZK ev demeke di nava hewldana pêşxistina ziman û mamosteyên zimanê kurdî de ye wiha hat gotin: “Di heman demê de, bibiryar in ku di nava dibsitanên herêma Kurdistanê de jî zimanê kurdî wekî waneyekê fermî bikin.”
‘PARTIYAN ALÎKARÎ NEDA ME’
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku li ser vî esasî gelek nîqaş û xebat hatin kirin, bi gelek sazî û komîteyên perwerdeya zimanê kurdî re hevdîtin û civîn hatine çêkirin, lê di vî warî de gelek partî û rêxistinên siyasî, saziyên partiyên piştgirî nedaye SZK’ê. Di berdewama daxuyaniyê de evt tişt hatin gotin: “Berevajî vê, ji gelek van partiyan dijberiya ziman, hebûn, rûmet û nasnameya kurd kirin, li dijî xebatên me tevgeriyan. Em vê hewldanê weke dijberiya civaka kurd dibînin û şermezar dikin.”
BANGA PIŞTGIRIYÊ
Di dawiya daxuyaniya ku hate gotin dê SZK ji îro û pê de, di fermîkirin û pêşxistina zimanê kurdî de, hîn zêdetir têbikoşe de, ev bang hate kirin: “Careke din em bang li hemû civaka kurd, sazî û dezgehên wê dikin da ku piştgiriya zimanê kurdî û xebatên Saziya Zimanê Kurdî bikin, her wiha di nava vê xebatê de cihê xwe bigirin.”