Gelê li Çiyayê Şengalê yê Başûrê Kurdistanê dijî, piştî komkujiya li hemberî wan hat kirin, niha li hemberî birçîbûn, tinebûn û sermayê têdikoş e. Şengalî dibêjin ku bi tenê PKK'yî alîkariyê didin wan.
'JI BO ZIVISTANÊ TIŞTEKÎ ME NÎNE'
Jina bi navê Naam Îlas a li Şengalê dijî, rojên zor û zehmet bi van gotinan vedibêje: "Di ser komkujiyê re salek derbas bû. Di nava vê salê de zivistan hat. Me rojên gelekî zehmet derbas kirin. Me serma jî dît, germahî jî. Zehmetî nema ku bi serê me de nehat. Û niha zivistan nêz dibe. Pêlavek nîne zarokên me têxe piyê xwe, kinc nîne li xwe bike. Dibe ku rewşa me ya niha li gorî wan rojan baştir e. Kêm be jî me rojên zor û zehmet derbas kirin. Lê belê hînê pêwîstiya me ya bi alavên ji bo zivistanê dewam dike. Yên dengê me dibihîzin bila alîkariyê bidin me. Tiştekî ku em pê agir vêxwin û xwe germ bike nîne, gaz nîne, lewma em bi fikar in. Kincên zivistanê yên zarokên me nînin û herî zêde em li ber vê dikevin. Bang li tevahiya cîhanê dikim; Alîkariyê bidin mirovên li ser serê vî çiyayî dijîn."
'JI BILÎ PKK'Ê KESÎ ALÎKARÎ NEDA'
Îlas diyar kir ku yê alîkariyê dide wan bi tenê PKK ye û got, "Ji bilî PKK'ê kesî alîkarî neda me. Di hemû rojên zor û zehmet de PKK'ê alîkarî da me. Par ji ber serma zivistanê zarokên me jiyana xwe ji dest dan. Birçîbûn-tinebûn û sermayê rê li ber nexweşiyan vekirin. Doktor tinebû, derman tinebû û bi dehan zarokan ji ber sermayê jiyana xwe ji dest dan. Êdî alîkariyê bidin me, em naxwazin zarokên xwe yên mayî ji dest bidin. Yên ku çeteyên DAIŞ'ê nekarîbûn wan qetil bikin, tinebûn û serma qetil dike. Êdî bes e, destê alîkariyê dirêj bikin. Çavên xwe li me negirin. Fermaneke mezin bi ser me ve rabû. Keçên me yên ciwan hatin revandin. Hewl dan ola me tine bikin, cihên me yên pîroz hilweşandin.
Hêvîdarim dewletên dengê me dibihîzin, wê alîkariyê bi me re bikin. Pêwîstiya me bi doktoran, bi dermanan heye. Pêwîstiya me bi sobe, qazax û pêdiviyên ji bo mehên zivistanê heye. Em jî mîna her gelî ola xwe diparêzin. Zerara me nagihêje kesî. Ji niha ve yên dixwazin alîkariyê bidin me re spasiyên xwe pêşkêş dikim. Banga min li tevahiya cîhanê ye."
'PKK'Ê BERSIV DA PÊWÎSTIYAN'
Îlyas Qero jî got, "72 ferman bi serê me de hat. Komkujiya Gir Izêr ya 73'an û komkujiya çeteyên DAIŞ'e kir jî ya 74'an e. Ji ber komkujî, tî û birçîbûnê em li ber mirinê bûn. Taliyê em hatin vê derê. Korîdor hat girtin. Me nanê tisî xwar." Qero jî bal kişand ser alîkariya PKK'ê û got, "PKK'ê alîkarî da me. Bersiv da pêwîstiyên me yên bi kincan. Betanî da, ji bo em xwe ji sermayê biparêzin ko da. Par di mehên zivistanê de berfê da, hewa gelekî sar bû. Betaniyeyek û konekî me hebû, me îdare kir. PKK sebrê dide me. Lê di vê zivistanê de tiştekî em pê agir vêxin, xwe pê germ bikin, kon û kinc nîne. Em dixwazin her kes alîkariyê bi me bikin."
Esmer Qero got, "Em li Çiyayê Şengalê ne. Ne tiştekî em xwe pê germ bike heye, ne jî çavkaniyeke debarê. Zivistan nêz e, hewa dicemide. Çavkaniyek debarê ya me nîne. Em ê vê zivistanê çawa derbas bikin, nizanim."
'EM BI HEV RE ZOR Û ZEHMETIYAN JI HOLÊ RAKIN'
Ciwanê bi navê Hadî Hesen jî da xuyakirin ku konên wan nîne û got, "Em van pirsgirêkan bi hev re çareser bikin. Û ji niha ve spasiyên xwe pêşkêşî her kesî dikim."
Jina bi navê Emşê Reşo Qasim jî got, "Par zivistan ji bo me gelekî zehmet bû. Tiştekî em pê agir vêxin û germ bikin tinebû. Mehên havînê tevî her tiştî jî baş bû. Lê em ji bo mehên zivistanê ne amade ne. Kêmasiyên me gelekî zêde ne. Kon, kinc, xwarin nîne. Bila êdî her kes destê alîkariyê dirêj bike."