Ji saziyên Amedê banga boykotê
TUHAD-FED, Diyar TUHAD-DER û MHD bi daxwaza perwerdeya zimanê dayikê banga boykotkirina dibistanên Tirk kir.

TUHAD-FED, Diyar TUHAD-DER û MHD têkildarî destpêkirina serdema perwerdeya 2015-2016'an a ku roja 29'ê Îlonê destpê bike daxuyanî da çapemeniyê. Daxuyaniya bi tevlîbûna gelek nûnerên saziyên sivîl li ber Girtîgeha Tîpa E ya Amedê hat dayîn. Di çalakiyê de pankartên "Bi zimanê Kurdî binivîsin. Bi zimanê Kurdî bifikirin. Bi zimanê Kurdî bixwînin bi zimanê Kurdî biaxivin. Bê ziman jiyan nabe"hat hilgirtin. Hevserokê TUHAD-FED'ê Mehmet Temîzyuz diyar kir ku hikûmeta AKP'ê qedexeyên darbeya 12'ê Îlonê didomîne û wiha got: "AKP yek zimanî li ser gelan ferz dike û bi vê yekê re nîjadperestî û faşîzmê dimeşîne."
Temîzyuz anî ziman ku bi hincetên kêfî daxwazên parastina bi Kurdî tê redkirin û wiha pê de çû: "Parastina bi Kurdî ya girtiyan bi hincetên kêfî tê astengkirin. Heqê wergera parastinê ji girtiyan distînin."
Temîzyuz bilêv kir ku ew piştgiriyê didin biryara KCD'ê ya boykotkirina dibistanan û got ku ji bo daxwaza perwerdeya dayikê biqîrin hefteyekê zarokên xwe neşînin dibistanan.