Rojnameger Tayyip Temel ku 50 rojin di greva birçîbûnê de ye, bi riya malbata xwe ji bo çalakiyên ku duh hatin lidarxistin spasiyên xwe ji gelê Kurd re pêşkêş kir. Temel xwest gelê Kurd bêhtir têkoşîna xwe bilindtir bike.
Çalakiya birçibûnê ya girtiyên ji doza PKK'ê û PAJK'ê ya bêdem û bêdorveger ku 12'ê Îlonê ji bo ewlekarî, tenduristî û azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û mafê gelê Kurd ên demokratîk destpê kirin, di roja 50'yan de berdewam dike. Rojnameger Tayip Temel ku ji 12'ê Îlonê ve dest bi çalakiyê kiriye û 50 rojin di grevê de ye, li gorî nûçeya ajansa dîcle DÎHA’yê piştî serhildana duh bi riya telefonê li malbata xwe geriya û li ser navê girtiyan spasiyên xwe anî ziman. Temel bang li gelê Kurd kir û xwest têkoşîna xwe bilind bike. Temel diyar kir ku, serhildana gelê Kurd ya li derve hêz û moralek mezin daye wan û heta daxwazên wan bên qebûlkirin dê bi biryar têkoşîna xwe berdewam bikin. Dayîka Temel Narinç ji ajansa nûçeyan ya dîcle DÎHA’ê re axivî û got, Temel anî ziman ku, li gorî agahiya wê ji parêzer û bi telefonê ji Tayip girtiye her ku diçe tenduristiya wan xirab dibe.
'KURÊ MIN DI AXAFTINÊ DE PIR ZEHMETÎ DIKIŞAND'
Temel da zanîn ku, tenduristiya wan her ku diçe xirab dibe û wiha got: "Kurê min Tayip di telefonê de got rewşa min başe. Lê di deng û axaftina wî de xuya bû ku rewşa wî nebaşe. Di axaftinê de pir zehmetî dikişand. Li gorî wî ji min re got êdi nikare binivîse û bixwîne. Rojê herî zêde 2-3 saetan radizên. Dema bi min re di axivî jî hêdî hêdî navber dida û di axivî. Kurê min ji piştgiriya li derve pir kêfxweş bû. Kurê min got piştgiriya li derve hêzek gelek mezin daye wan. Ji bo piştgiriya gel spasiyên xwe anîn ziman û berdewama serkeftina gel xwest. Xwest gel bi hîstyar tev bigere û serhildana xwe bêtir xurt û bilind bike. Daxwazên kurê min daxwazên me ne jî. Em dê heta dawî li daxwazên wan xwedî derkevin."