Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) piştgirî da grevên birçîbûnê yên ji aliyê girtiyên ji doza PKK û PAJK'ê ve li girtîgehên Tirkiye û Bakûrê Kurdistanê hatine destpêkirin û banga bihîstiyariyê kir. PYD'ê bêdengiya li hemberî çalakiyê jî rexne kir û bal kişand ku li hemberî daxwazên gelê kurd polîtîkayek cotestandartiyê tê meşandin.
Desteya Birêvebir a Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) derbarê gireva birçîbûnê ku ket roja 47'an û bi beşdariya 776 girtîyan dom dike de, daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku jiyana girtiyan hatiye rewşek xeternak, lê rejîma tirk hîn jî di polîtîkaya înkarkirina nasname û çanda gelê kurd de israr dike. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku bi nêzîkahiya li hemberî vê çalakiyê, ruyê rejîma Tirkiyeyê ku ji bo wan kurdê herî baş kurdê mirî ye, careke din derketiye holê.
'Jiyana 776 çalakvanên kurd ji bo wan ne xem e' Di daxuyaniyê de li hemberî bêdengiya rêxistinên mafên mirovan, partiyan û raya giştîjî nerazîbûn hate nîşandan û ev tişt hatin gotin: "Xwediyên vîna azad wekî heta niha heman qederê parve dikin. Li hemberî hemû pêkutiyan û bêdengiya cîhanê, girtî bi îradeya xwe ya serbixwe biryara xwe didin. Saziyên mafên mirovan li hemberî daxwazên azadiyê yên gelê kurd di nava cotestandartiyekê de ne. Ger ku li dereke din a cîhanê bûyerek bi vî rengî hebûya, dê hemû cîhan ketiba nava liv û tevgerê, herwiha dê hemû kes rabiban ser piyan, lê jiyana 776 çalakavanên kurd ji wan re ne xem e."
Di dawiya daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku PYD piştgiriyê dide çalakvanên kurd û biryara rêzeçalakiyan a Kongreya Civaka Demokratîk (KCD).Di daxuyaniyê de hate gotin ku berpirsyartiya encamek neweyî ya di vê çalakiyê de jî dê ya hikûmeta Tirkiyeyê û rêxistinên mafên mirovan be.