Ji partiyên Rojhilat ji bo greva birçîbûnê piştgirî

Ji partiyên Rojhilat ji bo greva birçîbûnê piştgirî

Sê partiyên Rojhilatê Kurdistanê piştgîr dan greva birçîbûnê ya di girtîgehêN Tirk ên li Bakûrê Kurdistan û Tirkiyeyê de hatine destpêkirin û ketine roja 51’emîn.

Greva birçîbûnê ya di girtîgehên Tirk ên li Kurdistan û Tirkiyeyê de ji aliyê girtiyên Kurd ve hatiye destpêkirin ket roja 51’emîn. Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK-Î), Partiya Serbestî ya Kurdistanê û Partiya Azadî û Demokrasiya Kurdistanê yên Rojhilatê Kurdistanê piştgirî dan greva birçîbûnê.

Di daxuyaniyên partiyan de de hate diyarkirin ku ew bi rêzdarî li daxwazên girtiyên Kurd ên li Bakûrê Kurdistanê dinêrin. Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku Kurd li Tirkiyeyê bi salan e ji bo mafên xwe têdikoşin. Di daxuyaniyê de bang li dewleta Tirk kir ku daxwazên girtiyan bibîne girtiyan pêk bînin.