PAJK ku 34’mîn salvegera damezirandina PKK’ê pîroz kir û got, di encama tekoşîna PKK’ê de di bin pêşengtiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de îro gelê Kurd û gêrîla di rûpelên dîrokê de destana azadiyê dinivîsin.
Koordînasyona PAJK’ê destnîşan dike ku, “PKK tê wateya jiyana azad” û got, ji ber vê sedemê ew di serî de 34’mîn salvegera damezirandina PKK’ê li jinên Kurd û ciwana, her wiha li hemû gelê Kurd li her derê sloganên azadiyê di avêjin pîroz dikin.
Peyama Koordînasyona PAJK’ê ya têkildarî 34’mîn salvegera damezirandiha PKK’ê wiha ye:
“Di serî de 34’mîn salvegera damezirana PKK’ê ku tê wateya ji nû ve dayîkbûna gelê Kurd û weke tevgerek ya azadî û kedê, li afirenêrê vê rojê Rêber Apo û di kesayeta şehîdên me yên di rêya azadiyê bi awayek qehreman şehîd ketine, li tevahî gelê Kurd pîroz dikîn. Bi avabûna PKK’ê re li Kurdistanê deriyekî nû vebûye. Îro ji 7 salî bigire heya heftê salî, jin, zilam, ciwan, kal hemû li pey PKK’ê û mîmarê vê rastiyê Rêper Apo di meşin. Bi taybet jinên Kurd di vê tekoşîna azadiyê ya biheybet de pêşenge. Îro cesareta jina Kurd ya ji dîrokê tê û bi felsefeya jiyana azad ya PKK’ê re bûye yek. Rêberê me ev rastî weke “PKK partiyek ya jinê ye” pênase kiribû. Rêber Apo bi PKK’ê li Kurdistanê tovê azadiyê avêt.
Şehîdên me yên destpêkê di serî de Heqî Karer, Kemal Pîran, Ferhad Kurtayan, Zîlanan, Rojînan, Mehmetan rastiyên PKK’ê ne. Îro jî di vê oxirê de gelek can bi qehremanî şehîdketin û tevlî karwana şehîdan bûn. Ev ji bo me hincetekî ya hîn bihêztir birêvebirina tekoşîna azadiyê ya jênegere.
Îro di pêşengtiya Rêber Apo gelê Kurd û gêrîla destana azadiya Kurdistanê li rûperên dîrokê dinivîsînin. Ji ber ku PKK tê wateya jiyana azad. ji ber vê sedemê ew di serî de 34’mîn salvegera damezirandina PKK’ê li jinên Kurd û ciwana, her wiha li hemû gelê Kurd li her derê sloganên azadiyê di avêjin pîroz dikin. Em jî weke gêrîlayên jin vê çalakiyên biheybet silav dikin, careke din roja ji nû ve zindîbûnê di serî de li Rêberê me û hemû rêhevalên me yên şehîd pîroz dikîn. Weke din bang li hemû jinên Kurd û ciwanên Kurd dikîn û ji bo azadiya Rêberê me û li Kurdistanê aştiyekî birûmet û mayînde, her wiha bilind kirina tekoşînê vedixwînin çiyayên azad.”