Ji Ocalan re 'Bilindtirîn Xelata Rûmetî'
Xwendekarên Zanîngeha Strathclyde ya li bajarê Skoçya Glasgowê, 'Bilindtirîn Xelata Rûmetî' dan Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan.
Xwendekarên Zanîngeha Strathclyde ya li bajarê Skoçya Glasgowê, 'Bilindtirîn Xelata Rûmetî' dan Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan.
Xwendekarên Zanîngeha Strathclyde ya li bajarê Skoçya Glasgowê, 'Bilindtirîn Xelata Rûmetî' dan Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan.
Di merasîma xelatê ya li kampusa zanîngehê de, ku gelek xwendekar û mêvan amade bûn, têkoşîna polîtîk a 40 salan a Ocalan hat vegotin.
Ji 'Însiyatîfa ji Ocalan re Azadî ji Kurdistanê re Aştî' Reîmar Heîder xelat li ser navê Ocalan wergirt. Di heman demê de nivîskar James Kelman ê ji Zanîngeha Stratchlyde mezûn e, rêvebera Komeleya Xwendekaran Rosa Salih û sendîkavan Stephan Smellîe jî di merasîmê de amade bûn.
Heîder diyar kir ku ew li ser navê Ocalan bi rûmetdarî xelatê werdigire û got, "Lê belê ew bi xwe ev 16 sal in li giravekê girtî ye." Heîder da zanîn ku Ocalan ji sala 1978'an û vir ve bê navber têdikoşe û got, "Ew ne tenê fermandarekî gerîla ye. Di heman demê de bi pirtûkên xwe re ramangêrekî ku bi nêrînên xwe re tevkariyê li têkoşîna polîtîk dike ye. Mînaka vê ya berçav Rojava ye." Heîder bal kişand ser modela xweseriya demokratîk a ku gelê Kurd hewld ide li Rojhliata Navîn pêk bîne. Heînder diyar kir ku ev têkoşîna çil sal in tê dayîn di heman demê de têkoşîna azadiya jinê jî zindî kiriye û ragihand ku ev têkoşîn bê navber dewam dike.
Heîder bal kişand ser kampanya 'Ji Ocalan re Azadî' û got, "Azadiya Ocalan di heman demê de demokratîkbûyîna Rojhilata Navîn, Kurd, komên etnîkî û olî ye. Heta niha 10 mîlyon 300 hezar îmze hatin komkirin, lê belê heta em bigihêjin armanca xwe em ê xebatên xwe dewam bikin."
Heîder diyar kir ku xwendekarên zanîngehê heman xelat herî dawî di sala 1984'an de dane Nelson Mandela û got, "Li Glasgowê kolana Nelson Mandela heye. Hêvîdarim em ê rojekê ji bo vekirina kolana Abdullah Ocalan bên."