Ji Nisêbîniyan banga ‘Xwedî li Nisêbînê derkevin’
Li Nisêbînê li hember êrîşên qirkirinê yên çeteyên Qesrê berxwedana gelê Kurd didome, banga ‘Xwedî li Nisêbînê derkevin’ hat kirin.

Li Nisêbînê ku êrîş bê navber didomin, şerên di navbera hêzên YPS û çeteyên dewletê de jî her ku diçe dijwartir dibin. Dengê çekan ji Taxên Firat, Abdulkadîrpaşa, Yenîşehîr û Dicleyê kêm nabe, êrîşên top û hewanan jî berdewam dikin. Li taxên ku şer lê diwar dibin, sivîlên bi rêya telefonan agahî didin, diyar dikin ku hêzên rejîmê bi çekên giran êrîşî taxan dikin û wiha anîn ziman: “Ji her alî ve bombe û bi çekan êrîş dikin. Her kêliya ku diçe rewş xirabtir dibe. Ji bo ku ev der nebe Cizîr, divê gelê me rabe ser lingan û Nisêbînê bi tenê nehêle.”