Ji MLKP Rojava Cejna Qurbanê

MLKP Rojava daxuyaniyeke nivîskî weşand û daxwaz kir ku Cejna Qurbanê di mezinkirina biratiya têkoşîna gelan de bibe wesîle.

Di daxuyaniya ji aliyê rêxistinê ve hat dayîn wiha hat gotin: "Em cejneke din jî di nav şer, komkujî, berxwedan û şoreşê de pêşwazî dikin. Wekî Rojava, li cîhanê, li hemberî tarîtiya desthilatdaran ronahiyek hiltê. Ev ronahî wê pêşeroja hemû mirovahiyê vegerîne cejna azadiyê.

Bi vê baweriyê, em cejna malbatên şehîdan, birîndarên me, girtiyên azadiyê, şervanên çar parçeyên Kurdistanê û Rojhilata Navîn û gelên me yên Misliman pîroz dikin. Têkoşîna gelên bindestan wê cejna azadiya gelan bîne.”