Ji Mehmûd Osman bo greva birçîbûn piştgirî

Ji Mehmûd Osman bo greva birçîbûn piştgirî

Parlementerê Kurd ê Parlementoya Iraqê Dr. Mehmûd Osman bi daxuyaniyekê piştgirî da daxwazên greva birçîbûnê ya ku di girtîgehên li Bakûrê Kurdistanê û Tirkiyeyê ji bo sererastkirina şert û mercên tendurîstî, ewlehî û azadiya Ocalan û daxwaza mafê perwerdehiya bi Kurdî hatiye kirin û ji Enqereyê xest ku guh bide daxwazên girtiyan.

Piştgiriya ji bo greva birçîbûnê ya ji 12’ê Îlonê ve ji aliyê girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê ve hatiye destpêkirin û di roja 45’emîn de ye, berfireh dibe. Piştgiriyek ji Parlementerê Kurd ê Parlementoya Iraqê Dr. Mehmûd Osman hat.

Dr. Mehmûd Osman bi daxuyaniyeke nivîskî diyar kirk u ew piştgirî dide daxwazên mafdar ên girtiyan û ji Enqereyê xwest ku rêzê ji daxwazên girtiyan re bigirin û pêk bînin. Osman got; “Divê tevî Abdullah Ocalan hemû girtiyên siyasî azad bibin.”