Ji Meclîsa Jinan a BDP’ê banga tevlibûna doza H.O

Ji Meclîsa Jinan a BDP’ê banga tevlibûna doza H.O

Li Şirnexê jina bi navê H. O di meha nîsana borî de rastî tecawîza 5 kesên ku xwe wekî polîs dan nasandin hat. Ji tecawîzkaran tenê du kes hatin girtin. Meclîsa Jinan a BDP’ê ji bo doza H.O ya di 28’ê Tebaxê de dê pêk bê bang kir.

Meclsa Jinan a BDP’ê daxuyaniyek nivîskî da banga tevlibûna doza H.O ya k udi meha nîsnê de li navçeya Cizîra Şirnexê rastî tecawîza 5 kesan hatibû kir.

Di daxuyaniyê de wiha got: “Li Tirkiyeyê di meha tîrmehê de 11 jin rastî tecawîzê hatin. Tecawîz şîdeta zayendî ye.”

AKP CESARETÊ DIDE TECAWIZKARAN

Meclisê da zanîn ku li şûna dewlet jinê biparêze, şîdeta li hemberî jinê rewa dike û der barê polîtîkaya hikûmetê ya ji bo jinê jî wiha got: “Demek berê nîqaşên kurtajê di rojevê de bû. Wezîrê tenduristiyê yê hikûmetê îdia kiribû ku jina rastî tecwaîzê hatibe û ducanî mabe dê dewlet lê binêre û bi vê gotinê tecawîz rewa kiribû û cesaret dabû tecawîzkaran. Dîsa gotina wî ya li gorî prosedureke dewletê jina ku dekolte li xwe bike tecawîz heq kiriye jî, hêj di bîra jinan bi cih kiriye. Derbeya dawî ya AKP’ê jî tayînkirina tecawizkarekî ya ji bo cigirê Midûriyeta polîsan. Her wiha bi ‘rewşa baş, tehrîka bê maf, daxistina ceza’ jinan du caran mexdur dike.

Di meha nîsanê de dayika 5 zaroka H. O hatiye revandin û ji aliyê 5 kesên ku xwe wekî polîs nade nasandin ve rastî tecawîzê hatiye. Bûyer di 5’ê gulanê de bi xwekujiya H. O derketiye holê.

TECAWÎZKAR SERBEST BERDAN

Di daxuyaniyê de hate gotin ku beşek tecawizkaran serbest hatine berdan û wiha got:”Gumanbarê bi navê E. G û F.G ji aliyê polîsan ve hatin biçakvirin. Ji aliyê H.O ve jî ev hatin teşhîstkirin. Her du girtî derxistin dadgehê û dadgehê ew serbest berdan. Lê dozger îtîrazê bûyerê kir. di encama îtîrazê de der barê 5 kesan de biyra girtinê hate dayîn. Di 12’ê Gulanê de A.O û S.G hatin binçavkiri. Du kes hatin girtin.”

Meclisa Jinan di dawiya daxuyaniyê de banga tevlibûna danişîna dozê ya 28’ê tebaxê saet 09.00’an kir.