Ji Kutahyayê ber bi refên PKK'ê ve

Gelek ciwanên li nava sîstema dewleta Tirk nikarin dengê xwe bidin bihîstin, tevlî refên PKK'ê dibin. Di vê dema ku ji gelek neteweyan tevlîbûn çêdibe de Fatîme Levent bi nasnav Avaşîn Kutahya jî beşdarî nava refên PKK'ê bû.

Gelek ciwanên li nava sîstema dewleta Tirk nikarin dengê xwe bidin bihîstin, tevlî refên PKK'ê dibin. Di vê dema ku ji gelek neteweyan tevlîbûn çêdibe de Fatîme Levent bi nasnav Avaşîn Kutahya jî beşdarî nava refên PKK'ê bû û bi vî rengî dildariya xwe ya li azadî û demokrasiyê nîşan da.

Ji beşên cuda yên civakê tevlîbûna li Têkoşîna Azadiyê ya Kurd dewam dike. Ji her nîjad, her netewe, her nasnameyî ciwan diyar dikin ku çiya dibin bersiv ji lêgerînên wan re. Yek ji van ciwanan jî Fadîme Levent bi nasnav Avaşîn Kutahya ye. Avaşîn Kutahya şaşitiya dîroka hînî wan hatiye kirin û veşartina rastiya hov a dewlet Tirk li hemberî gelê Kurd dimeşîne, vegot.

MIN FÊM KIR KU GELÊ KURD BI ÇI RENGÎ HAT QETILKIRIN

Gerîlaya bi nasnav Avaşîn Kutahya da xuyakirin ku berî tevlî refên PKK'ê bibe haya wê ji binpêkirina mafên gelê Kurd nebû. Avaşîn ragihand ku wê di sala 2013'an de tevgera PKK'ê nas kiriye û got, "Min komkujiya hov a dewleta Tirk li hemberî gelê Kurd dimeşîne, fêm kir. Min dît ku gelê Kurd çiqasî mafê xwe hatiye binpêkirin, min dît ku dîroka hînî me hatiye kirin, bi tenê derew e."

EZ LI VÊ DERÊ HÎNÎ DÎROKA RASTÎ BÛM

Avaşîn da zanîn ku ji ber li nava refên têkoşîna azadiyê ye, ew gelekî kêfxweş e û axaftina xwe wiha dewam kir: "14 salan min li nava sîstemê xwend. Min li vir fêm kir ku dîroka hînî me hatiye kirin çiqasî şaş e. Ez qet nefikirîbûm ku dewleta Tirk ewçend bê rehm û hovane mirov qetil kiriye. Rastiya komkujiyê hov ên li dijî gelê Kurd, derket pêşiya çavên min."

NASNAMEYA JINÊ YA PÊŞENG BANDOR LI MIN KIR

Avaşîn bal kişand ser rola jin di nava tevgera PKK'ê de dilîze û got, "Jinên Tirk di rewşa heyî de ji bilî koledariyê tiştekî najîn. Di bin zexta zîhniyetê serdest de, jinên Tirk hînê bi navê koledariyê cih digirin. Halbûkî di nava tevgera PKK'ê de jin rola pêşeng dilîze."

BANGA JI BO KOBANÊ

Li dijî komkujiyên DAIŞ'ê yên li Kobanê Avaşîn Kutahya ev bang li gel û jinên Tirk kir: "Divê ti carî li hemberî hovîtiya DAIŞ'ê ya li dijî Kurdan bêdeng nemînin. Pêwîste gelê Tirk bi gelê Kurd re li hemberî êrîş û komkujiyan rabe serhildanê. Divê li her deverê çalakiyên ji bo berxwedana Kobanê bên lidarxistin."