Ji Kongreya Star li dijî tecrîdê kampanyaya îmzayan
Navenda Kongreya Star a Kantona Cizîrê, kampanya xwe ya îzmeyan a li hember tecrîda li ser Ocalan daye destpêkirin, dewam dike.
Navenda Kongreya Star a Kantona Cizîrê, kampanya xwe ya îzmeyan a li hember tecrîda li ser Ocalan daye destpêkirin, dewam dike.
Navenda Kongreya Star a Kantona Cizîrê, ji bo rakirina tecrîda girankirî ya li hember Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bi dawîkirina zextan, îmzayên ku ji partiyên û saziyên civaka sivîl hatîn amadekirin ji bo şandina Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) dewam dike.
Bi armanca rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, di 15’ê Hezîranê de li Rojava, Bakur ,Başûrê Kurdistanê, Lubnan û Ewropayê, kampanya komkirina imzeyan, hat destpêkirin.
Li Rojavayê Kurdistanê Kongreya Star kar li hemû bajarên her 3 kantonan kampaniyê birêve dibin. Di vê çarçoveyê de îro li bajarê Hesekê yê kantona Cizîrê jî, kampaniya destpê kir.
Endamên Kongreya Star serdana Saziya Yekîtiya Xwendekarên Kurd kirin û armanca vê kampanayyê, ji nûnerên saziyê re dan xuyakirin.
Endama Komîteya Têkiliyên Doplomasî ya Kongreya Star Civîn Ehmed da zanîn ku hikûmeta AKP‘ ê tecîrdeke giran li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dimeşîne û destnîşan kir ku armanc ji komkirina imzeyan ew e ku tecrîda li ser Ocalan bê rakirin û rewşa wî bê naskirin.
Civîn Ehmed diyar kir ku Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê (CPT), serdana Îmralî kir, lê heta niha ti agahî der barê rewşa Rêberê wan Ocalan de parve nekir.
Hat ragihandin, kampanya heta ku hejmareke mezin a îmzeyan were komkirin, wê bidome.