Ji komkujiya Kobanê ber bi xweparastina kolektîf ve
"Kurd ji bo tine nebin, ji bo qirkirin û komkujiyên lê tên kirin bisekinînin, neçar in hêza xwe ya ewlekarî û parastinê ava bikin û li ser bingeha 'xweparastinê' hewl bidin xwe biparêzin."
"Kurd ji bo tine nebin, ji bo qirkirin û komkujiyên lê tên kirin bisekinînin, neçar in hêza xwe ya ewlekarî û parastinê ava bikin û li ser bingeha 'xweparastinê' hewl bidin xwe biparêzin."
Ji bo her ruhbereke li cîhanê, xweparastin û ewlekarî nebe nabe. Xweparastin û ewlekarî ji bo Kurdan jî gelekî girîng û jiyanî ye.
Bûyerên piştî şerê navxweyî yê Sûriyeyê li Rojava qewimîn û rewşa bi berxwedana xwerêveberiyê ya li Bakurê Kurdistanê derket holê careke din nîşan da ku xweparastin ji bo Kurdan, ji bo xwe parastina ji qirkirin û êrîşan, rêya bê alternatîf e.
Ji aliyê Kurdan ve pirsên esasî yên divê mirov îro bipirsin ev in:
* Li Kurdistana ku çanda demokrasiyê nehatiye rûniştandin, dewleta unîter û zihniyeta tekperestî lê serdest e de, civak wê çawa xwe biparêze?
* Di 'sêyemîn şerê cîhanê' yê li Rojhilata Navîn diqewime de, sîstema parastinê ya civak wê bi çi rengî bê avakirin?
* Mîna Kurdan, civakên nebûne dewlet û xeteriya qirkirinê di her kêliyê de li ser heye, wê ji kê ve bên parastin?
Di roja îro de qirkirin û komkujiyeke giran li hemberî Kurdan tê kirin. Yên ku van qirkirin û komkujiyan dikin jî hêzên sîstema netewe dewletê dimeşînin e. Lê belê mirov nikare li Rojava qala vê rewşê bikin.
Ji ber ku ev 6 sal in li Sûriyeyê û li Rojava ti pratîka netewe dewletê nema ye. Kurdan dîtin, ku komên çete yên weke DAIŞ, El Nûsra, Ehrar El Şam hewl didin valahiya hêzên navneteweyî û herêmî dagirin û li hemberî vê yekê xweparastin û ewlekariya xwe xistin rojevê.
GELÊ KURD BI HÊZA XWE, BI PARASTINA XWE BAWER E
Gelê Kurd baş pê dizane, komên çete yên li ser navê hêzên navneteweyî û netewe dewletan şer dikin, azadî û siberojekê ji wan re nîne, berevajî vê wê zext, şîdet, qirkirin, komkujî û mêtîngeriyê li ser ferz bikin. Ji ber ku gelê Kurd ev 100 sal in, 200 sal in tecrûbeyên gelekî bi êş û giran jiyan e.
Ji ber vê yekê gelê Kurd sîstema xwe ya parastin û ewlekariyê li Rojava bi HPC-HPC Jin, li Bakurê Kurdistanê jî bi YPS-YPS Jinê bi rêxistind ike.
Di vê çarçoveyê de, dema mirov êrîşên DAIŞ'ê yên ji sala 2013'an û vir ve hem li Rojavayê Kurdistanê, hem jî li Başûrê Kurdistanê dike, wekî din hewldanên qirkirinê yên li Bakurê Kurdistanê ev sed sal in tên kirin û herî dawî bi destê AKP/Erdogan tên dewamkirin binirxînin, wê bê dîtin ku ev hewldan însanî û mafdar e.
Li Kurdistana ji aliyê hêzên navneteweyî ve bi 4 parçeyan hatiye parçekirin, Kurd têkoşîna man û nemanê dimeşînin.
Halbûkî di roja îro de gelê Kurd hêza bingehîn a ku dikarin çeteyên DAIŞ'ê bisekinîne, ye.
Kurdên li Rojhilata Navîn aktorekî bingehîn e, ji aliyekî ve xeteriya qirkirinê, li aliyê din jî gefa ambargoyê li ser heye. Sîstema bi serkêşiya dewleta Tirk û AKP/Erdogan, ji bo li dijî destketiyên Kurdan û têkoşîna azadiyê şer îlan kiriye.
Tevî êrîşên li Bakurê Kurdistanê, di heman astê de li Rojavayê Kurdistanê jî bi destê çeteyên DAIŞ û Koalîsyona Sûriyeyê ev demeke dirêj e êrîşan dike.
Li hemberî van êrîş û xeteriyan, girîngiya pirsa 'Divê Kurd xwe çawa biparêzin, ewle bikin?' roj bi roj zêdetir dibe. Ji her kesî bêhtir pêwîstiya Kurdan bi ewlekarî û parastinê heye.
Kurd ji bo tine nebin, ji bo qirkirin û komkujiyên lê tên kirin bisekinînin, neçar in hêza xwe ya ewlekarî û parastinê ava bikin û li ser bingeha 'xweparastinê' hewl bidin xwe biparêzin.
DIVÊ JIN GIRANIYÊ BIDIN SER XWEPARASTINÊ
Hêzên Parastina Civakî (HPC) û Hêzên Parastina Civakî yên Jinê (HPC-Jin) ên piştî komkujiya li Kobanê ava bûn, li ser vê esasê hatin damezrandin. Jinên di nava HPC Jinê de cih digirin ji ANF'ê re axivîn û diyar kirin, divê jin giraniyê bidin ser xweparastinê.
HPC JIN BERSIVA JINAN A LI ÇETEYÊN DAIŞ'Ê YE
Havva Beravar a HPC'yî di destpêka axaftina xwe de di serî de jin û zarok her kesên di komkujiya 25'ê Hezîrana 2015'an de hatin qetilkirin bi rêzdarî bibîr anî û diyar kir, çeteyên DAIŞ'ê bi komkujiya 25'ê Hezîranê ve xwestin jinê û ruhê berxwedanê yê derketiye holê têk bibin.
Beravar destnîşan kir, ku çeteyên DAIŞ'ê nikarî bigihêjin vê armanca xwe û da zanîn, damezrandina HPC Jinê bersiveke şoreşgerî ya jinan a li hemberî çeteyên DAIŞ'ê ye.
Beravar gotina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku digot "Yekane rêya parastina jinê ji polîtîkayên zextê, têkoşîna azadiya jinê ye" bibîr xist û anî ziman, divê jin hemû li qadên azadiyê cihê xwe bigirin. Beravar ragihand, ew nîşanî mirovan didin ku jin dikarin li her qada jiyanê têbikoşin.
Ji HPC'ê Rohlat Mihemed jî komkujiya 25'ê Hezîranê şermezar kir û got, "Zihniyeta mêr îro di şexse AKP/Erdogan û DAIŞ'ê de xwe nîşan dide." Mihemed bal kişand ser girîngiya têkoşîna li dijî zihniyeta mêr û bang li hemû jinan kir, bi taybetî jî yên ciwan, ku di bin sîwanê HPC Jinê de parastina xwe bikin.
Endameke din a HPC Jinê Hetîce Ûbbeyd, komkujî, îşkence, destavêtin û her şêwe şîdeta li hemberî jinê şermezar kir û got, "Divê jin ti carî ji bîr neke; ew pêşeng e. Jinên li Şengalê, li Rojava û çiyayên azad, mînakên vê rastiyê ne. Girîng e jin rola xwe ya pêşengiyê li nava civakê bi xurtî bi cih bînin û têkoşînê mezin bikin. Ez ji vê derê bang li jinan dikim, ku perspektîf û analîzên Rêbertî bixwînin."
PIŞTÎ KOMKUJIYA KOBANÊ MIN FÊM KIR, KU BÊYÎ XWEPARASTINÊ JIYAN NABE
Endama HPC Jin Zekiye Mihemed a ji taxa Kaniya Kurdan got, "Piştî komkujiya Kobanê ya 25'ê Hezîarnê, min fêm kir ku bêyî xweparastinê jiyan nabe." Mihemed da zanîn, ji bo aramiya gel, ji bo azadiya jinê ew tevlî nava refên HPC Jinê bûye û bang li her kesî kir, ku di vê dema dîrokî de bi berpirsyariya xwer abin, li taxên xwe, li eniyê xwe bi rêxistin bikin. Mihemed banga tevlîbûna li nava refên HPC Jinê li hemû jinan kir.
Endameke din a HPC Jinê Zelîha Ebdullah da xuyakirin, ku mîna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan got, diviyabû wan xwe li gorî şert û mercên şer amade bikira û got, "Dema li Kobanê HPC ava bû, me yekser cihê xwe di nava refên HPC'ê de girtin. Weke HPC em taxên xwe diparêzin. Heta ku ji destê me bê, weke HPC Jin em ê gelê xwe biparêzin. Bang li hemû jina dikin, ku ji bo xweparastin û avakirina jiyana azad tevlî nava refên HPC Jinê bibin."
Ji HPC Jinê Xanê Mihemed jî anî ziman, ku weke jineke 55 salî wê cihê xwe li nava refen HPC Jinê girtiye got, "Min dît ku çeteyên DAIŞ'ê yên barbar li pêşberî şervanên YPJ'ê nikarin bi gavekê jî bi pêş de bavêjin. Min dît ku şervanên YPJ'ê bêtirs û bi lehengî li ber xwe didin. Bêguman vê rewşê bandor li min kir. Bandor li tevahiya cîhanê kir. Ez bang li tevahiay jinên li Rojava dijîn dikim; werin em dest bidin hev û xaka xwe û gelê xwe biparêzin. Jİ bo vê jî em tevlî nava refên YPG/YPJ, Hêzên Asayîşê û HPC/HPC Jinê bibin.
Em axa xwe û gelê xwe bêxwedî nehêlin. Em li bendê nemînin ku hin kes bên me rizgar bikin û ji bo me tiştekî bikin. Em bi însiyatîf rabin, jiyana azad û sîstema Federal a Demokratîk xurt bikin."