Ji Komîteya Bawerî û Gelan a KCK'ê peyama Remezanê

Komîteya Bawerî û Gelan a KCK'ê bi wesîleya Rojiya Remezanê peyamek weşand û bang li Misilmanan kir, ku biratiya baweriyan ava bikin.

Komîteya Bawerî û Gelan a KCK'ê bi wesîleya Rojiya Remezanê peyamek weşand û bang li Misilmanan kir, ku biratiya baweriyan ava bikin. Di peyamê de hat gotin, "El Qaîde, DAIŞ, Hîzbûllah, Boko Haram, El Şebap, El Nûsra, bi kurtasî navê wan çi dibe bila be çeteyan kengî navê Xwedê bilêv kirin, hingî Îslam ji nirxên demokratîk, pîvanên edalet û wekheviyê gaveke din dûr dikeve."

Komîteya Bawerî û Gelan a Koma Civakên Kurdistanê (KCK) bi wesîleya Rojiya Remezanê peyameek nivîskî weşand.

Di peyamê de hat ragihandin ku gelên ji ola Îslamê, bi nakokî, şer û pevçûnan dest bi rojiyeke din a Remezanê kirine û hat gotin, "Ev wexta rojiyê ku rû li hev hatina qelsiyan re dibe wesîle ji bo mirov nefsa xwe terbiye bike, tevî berpirsyariya bawermendan a li pêşberî qûdreta Xwedayî, di heman demê de berpirsyariya civakî jî tîne bîra mirovan. Bi feraseta başî, rastî û bedewî ji bo her kesî ya bawermendên bi dengê wijdan û exlaqê civakê re dest bi rojê dikin, em hêvîdar in ku Rojiya Remezanê wê tevkariyê li çareseriya pirsgirêkên tevahiya mirovahiyê bike."

'SERDEMA KAPÎTALÎST TINE DIKE'

Di peyamê de hat ragihandin, ku feraseta jiyana serdema kapîtalîst a heyî, çanda piştevanî û edaletê ya civakî, hesta hurmet û hezkirinê û mejiyê parvekirinê yê ku dibe sede her kes li gorî xwe bifikire, ku di baweriya herî mezin e, tine dike û ev xal hat destnîşankirin.

"Ev pirsgirêkên ji ber êrîşên modernîteya kapîtalîst a li hemberî van nirxên exlaqa civakê rû didin, herî zêde di nava civakên ji ola Îslamê de rê li ber krîz û kaosê vekirine. Sîstema kapîtalîst a ku nirxên manewî yên jiyana civakî û exlaq qedandiye, li dijî hemû ol û baweriyan bi biryardarî ezezî û egoîzim serdest kiriye. Vê sîstema ku bi neteweperestiyê gel jehrî kiriye, li dewletên ji ola 'Îslamê' rê li ber zerarên welê vekiriye ku ji nav derketin zehmet e. Modernîteya kapîtalîst, ji ber talan û mêtîngeriya serdestan, çîna rêveber û dewlemendan, bûye sedem ku li welatên Îslamê bi mîlyonan Misilman xizan bibin. Li welatên Îslamê bi mîlyonan mirov hene ku di paşîvê de hewcedarê pariyek nan, di fitarê de jî hewcedarê zeytûnekê ye. Siltanên serdema îro yên rê li ber vê xizaniyê vekirine, di meha rojiyê de, bi armanca pêşandanê sifreyên fitarê amade dikin. Em hêvîdarim ku ev meha Remezanê herî zêde bi dua û hestên têkoşîna li dijî van îstîsmarkarên ol, derbas bibe. Yên li gorî çanda exlaqa civakî û demomkrasiyê dijîn, ku em bawerin Îslam jî vê temsîl dike, em hêvîdarin wê di vê meha rojiyê bikin hevparî û yekîtiyê xurt bikin."

'YÊN LI QESIRAN DIJÎN Û JI BO NÎŞANDANÊ SIFREYAN AMADE DIKIN, EW KESÊN ÇETEYAN XWEDÎ DIKIN E'

KCK'ê di peyama xwe de bibîr xist ku di nava çend salên dawî de gelên li Kurdistan, Iraq, Sûriye û gelek deverên din, li êrîşa çeteyên ku destekê ji navendên kapîtalîst werdigirin, rast tên û bal kişand ser van xusûsan:

"Di heman demê de nebûna xwedî helwesteke siyasî ya ji bo çareseriya pirsgirêkên dîrokî, çandî û civakî yên alema Îslamê, ji bo peydabûna van çeteyan zemînekê diafirîne. Ev çete, herî zêde zerarê didin pîrozmendiyên ola Îslamê. Ev gurûha ku navê Xwedê dike partî, mora pêxember ji xwe re dikin al, ji aliyê cewherî ve, bermayînên dejeneriya ku modernîteya kapîtalîst di nava civakê de rê li ber vekiriye. Ev artêşa lumpenan a ku dixwest ezezî, egoîzm, desthilatdarî, kujerî û bêesiliya kapîtalîst bijî lê ji ber ku derfet nedît bijî hêrs bûye, mixabin navê Îslamê bikar tîne û hovîtiyan dike. Bi vî rengî re dixwazin xwe ber dilê xwe xweş bikin. Di Remezana ku weke meha herî bi xêr a mehan tê dîtin, niyeta bi daxwaza xelasiya ji vê belayê mezin û pêşvebirina helwesta Îslama demokratîk, wê xêra herî mezin be. Di vê were zanîn, ku El Qaîde, DAIŞ, Hîzbûllah, Boko Haram, El Şebap, El Nûsra, bi kurtasî navê wan çi dibe bila be çeteyan kengî navê Xwedê bilêv kirin, hingî Îslam ji nirxên demokratîk, pîvanên edalet û wekheviyê gaveke din dûr dikeve. Her wiha divê em ji bîr nekin, yên ku ji bo berjewendiyên xwe van çeteyan xwedî dikin û li dijî Misilmanên xizan bikar tînin, ew kesên li qesiran dijîn e, ew kesên di bin navê xêrê de sifreyên fitarê yên ji bo nîşananê amade dikin e. Bi vî rengî rizqa dawî ya xizanan jî ji wan distînin û pê sifreyên nîşandanî datînin pêşiya Misilmanan. Hestyarî û nîşandana helwestê li hemberî van, ya herî rast û baş e."

'DIVÊ MISILMAN HÎN BÊHTIR HIŞYAR Û HESTYAR BIN'

KCK'ê diyar kir ku di vê meha Remezanê de, duaya ji bo defhkirina kom û çeteyên şer ên zerarê didin Îslamê û nirxên demokratîk û exlaqî, helwesta herî rast û exlaqî ye û got, "Li ser vê bingehê em li bendê ne ku di serî de Misilmanên Kurdistanî hemû Misilmanên dest ji başiyê bernadin û bedewiyê weke nûra xwedayî dibînin, bi vî rengî rojiyê digirin, wê li pêşberî pirsgirêkên li herêma me bêhtir hestiyar û hişyar bin, ji bo çareseriya pirsgirêkan bi rêbazên demokratîk wê destekê bidin û tevkariyê li avakirina biratiya bawerî û gelan bikin. Em hêvîdarin ku rojî bibe wesîleya xêra mezintir."