BI DÎMEN

Ji Komeleya Rojava ya Êlihê banga piştgiriyê

Berpirsyarê Civaka Sivîl û Çapemenî Weşanê yê Komeleya Rojava ya Êlihê Mahmût Kaygûsûz bi wesîleya meha Remezanê bang li gel kir, ku zikat û fitrên xwe bidin herêmên xwerêveberiyê.

Li Bakurê Kurdistanê, ji bo bajarên piştî ragihandina xwerêveberiyê bi tank û topan hatin xerakirin, kampanya piştgiriyê tên meşandin. Komeleya Rojava ya Êlihê, ji bo 12 hezar kesên ji Nisêbîn, Cizîr û Şirnexê neçar man e koçî Êlihê bikin, bersivê dide pêdiviyên xwarinê yên mehane. Komeleyê bang li gel kir, ku bi ruhê Kobanê û Şengalê alîkariyê bikin.

Berpirsyarê Civaka Sivîl û Çapemenî Weşanê yê Komeleya Rojava ya Êlihê Mahmût Kaygûsûz ji ANF'ê re axivî û bi wesîleya meha Remezanê banga piştgiriyê li gel kir. Kaygûsûz got, "Ji Farqîn, Cizîr, Silopiya Nisêbîn, Şirnex, Gever û gelek herêmên din, ji ber şer koçberiyeke mezin ber bi bajarê me ve hat kirin. Em di wê baweriyê de bûn ku alîkariya bi piştgiriya gelê me dihat kirin, têrê dike. Lê belê piştre derket holê ku ev alîkarî têrê nake. Ev 4-5 meh in em dibînin ku alîkarî kêm dibe. Xuya ye ruhê serdemên Kobanê-Şengalê di vê demê de derneketiye pêş. Li Êlihê 1.100 malbat, bi qasî 12 hezar kes hene ku ji qadên xwerêveberiyê koç kirine. Dixwazim bêjim, ku ji van re alîkariyeke têrker nayê komkirin. Em di wê baweriyê de ne, ku bi wesîleya meha Remezanê ev ruhê serdemên Kobanê-Şengalê dikare were nîşandan. Gelekî girîng e ku gelê me bi fitre û zikatên xwe yên di vê mehê de bi rêya komeleya me bigihîne gelê me yê mexdûr. Ji ber ku malên van mirovan hatine xerakirin û cihekî xwe lê bistirê nîne. Her tiştên ku bi keda tevahiya emrê xwe anîne ber hev, tine bûne. Alîkariya ji bo van mirovên me yên tengav bûne, hem ji aliyê olî ve hem jî ji aliyê însanî ve wezîfeyek e."

Kaygûsûz işaret bi rewşa li Rojhilata Navîn kir û ragihand, hêza wan heye ew bi gelê Bakurê Kurdistanê yê mexdûr ma ye re bibin yek. Kaygûsûz got, "Di vê demê de, Komeleya Rojava dibe ku barê herî giran hilgirt. Ji welatiyên me yên tevî şer jî bajarên xwe neterikandin, timî alîkarî şand. Betanî, kon û malzemeyên xwarinê ji bajarên me yên mîna Farqîn, Cizîr û Nisêbînê re hatin şandin. Niha jî pêwîstiyeke lezgîn a welatiyan heye û di warê bersivdayînê de em zehmetiyan dikişînin. Piştî Kobanê û Şengalê, kesî texmîn nedikir ku tiştekî bi vî rengî li Bakur jî biqewime. Ji ber ku ev der Rojhilata Navîn e û em nizanin wê sibe li bajarên em lê ne tiştekî bi vî rengî biqewime yan na. Ji ber vê yekê divê em alîkariyê bidin gelê me yê pêwîstiya xwe bi alîkariya lezgîn heye."

...