Alîkariyên ku ji aliyê komeleya Arşînova (Gemiya Nûh) ya Almanî ve ji bo Rojavayê Kurdistanê hatibû komkirin, gihîşt bajarê Qamişlo.
Alîkariya ku ji aliyê Komeleya Arşînova (Gemiya Nûh) ya Elmanî hatibû komkirin û ji zexîre, tiştên paqijiyê û cilan pêk tê, îro ji Başûrê Kuridtanê gihîşt bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê. Alîkarî, ji aliyê Komîteya Xizmetan a Desteya Bilind a Kurd ve hate wergirtin.
Di dema teslîmkirina alîkariyê de, rayedarên Gemiya Nûh diyar kirin ku ew ê hewl bidin ku vê alîkariya xwe bidomînin. Rayedarên komeleyê her wiha ji Komîteya Xizmetan a Desteya Bilind û meclîsên gel jî xwestin ku di dema belavkirinê de alîkariya wan bikin.
Endama Komîteya Xizmetan a Desteya Bilind a Kurd Remziye Mihemed jî diyar kir ku alîkariyên hatine şandin dê ji aliyê komîteya wan ve li malbatên feqîr bêne belavkirin. Remziye Mihemed, da zanîn ku 12 ton zexîre gihiştiye wan.