Ji Komalên Jinên Ciwan banga ji bo jinên ciwan

Koordînasyona Komalên Jinên Ciwan der barê berxwedana gel û terora dewletê ya li Kurdistanê daxuyaniyek nivîskî weşand.

Koordînasyona Komalên Jinên Ciwan bi ruhê Apoyî banga refên têkoşînê li tevahî jinên ciwan kir.

Koordînasyona Komalên Jinên Ciwan di daxuyaniya xwe de bal kişand ser terora dewletê ya li Kurdistanê û li hemberî vê jî di pêşengiya ciwan û jinan de pêşketina berxwedanê.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:

 “Li hemberî komkujî û şerê topyekûn ê dewleta Tirk ê layiqî dîroka wê ya bi xwîn, pêngava di pêşengiya ciwan û jinan de destpê kir, êdî li tevahî Kurdistanê veguheriye şerekî hebûn û tinebûnê. Têkoşîna xwerêveberiyê ya herî mafê mirovî yên gelan, dewleta AKP’ê dîn kiriye û bi rêbazên herî hov ketiye nav êrîşê. Li hember kesên ne ji wan, naşibe wan, serî hildidin, radibin ser piyan, îşkence bikar aniye, tecawiz kiriye, kuştiye û hewl daye ji holê rake. Li hember van êrîşan di pêşengiya ciwan û jinan de berxwedanek bi heybet hatiye nîşandan, gelê me her qada xwe li hember terora AKP’ê parastiye. Nuqteya dawî ya vê têkoşînê yan azadî an azadî ye.

Bila neyê jibîrkirin ku êrîşkirina vê axa ku jinan bi çanda xwedavendiyê civakbûn ava kiriye wê sedema têkoşîna herî xurt a jinên ciwan be. Tevahî êrîşên heyî yekser li hember rastiya berxwedana jinan pêk tê. Bi taybet 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Hember Şîdeta li Dijî Jinê bi zanebûna ku AKP’e nûnerê herî qirêj ê şer û zîhniyeta serwer e ji bo jinên ciwan bibe roja di asta bilind de pêşxistina berxwedanê. Bersiva herî baş a ku li hember zîhniyeta zilamê serwer ê jina berxwedêr û têdikoşe li hember xwe xeteriya herî mezin dibîne, serketina bi hêza jinên ciwan a bi rêxistinî û pêşengî ye. Bila tevahî jinên ciwan vê baş zanibin, dorpêça bi qedexeya kolanan destpê kir herî zêde jî li hember jinên berxwedêr hatiye îlankirin. Dewleta Erdogan dixwaze bi van qedexeyan re ji jinan re bibêje, ‘biçe di mala xwe de rûnê, an jî em ê te bikujin, tecawiz bikin, li qolanan pê xwe kaş bikin’. Çandeke tecawiz û şîdeta ya ji vê hê pêşdetir tineye. Bi vê zanebûnê divê jinên ciwan ji TC ya bi qedexeyên kolanan difikire ku kare jinan di malan de heps bike, kolanan teng bikin, dest jê berde TOMA, tank, pêwîst e êdî sihên dijmin jî nexin Kurdistanê.”

Komalên Jinên Ciwan di daxuyaniya xwe de tevahî jinên ciwan dawetî refên têkoşînê kir. Di daxuyaniyê de hat gotin ku girêdana armancên gerîlayên jiyana xwe ji dest dane tenê bi bilindkirin û bi serxistina berxwedana topyekûn pêk tê. Daxuyanî wiha didome: “Li ser vî esasî divê tevahî jinên ciwan bi têkoşîna ruhê APOYÎ û di pêşengiya jina azad de zîhniyeta zilamê serwer di axa Kurdistanê de heps bikin. Di serî de roja 25’ê Mijdarê em bang li tevahî jinên ciwan dikin ku li hember terora zilam her qadê veguherînin qada berxwedanê.”