Ji KJA'yê têkildarî zaroka keç a hatiye revandin daxuyanî
KJA’yê têkildarî zaroka keç a 11 salî ya hatiye revandin daxuyanî da.
KJA’yê têkildarî zaroka keç a 11 salî ya hatiye revandin daxuyanî da.
KJA’yê têkildarî zaroka keç a 11 salî ya 9’ê Cotmehê ve ti agahî jê nîne daxuyaniyeke çapemeniyê da.
Aktîvîsta KJA’yê Emîna Aslan a daxuyanî xwend got ku zaroka keç 11 salî 9’ê Cotmehê li navçeya Sûrê ya Amedê dema dixwest vegere malê ji aliyê Mehmet Tulay ve hat revandin û ji wê rojê ve ti agahî jê nînin.
'TEVÎ GILÎ JÎ HAT KIRIN'
Aslan ragihand ku şexsê bi navê Mehmet Tulay li malbatê geriyayê û gotiye zarok li gel wî ye û di bin ti şertî de îadeyî malbatê nake û wiha axivî: “Malbatê ev rewş ji emniyetê, walîtiyê, dozgeriyê û ji tevahî saziyan re ragihand. Tevî gilî jî hat kirin dema em li dosyaya lêpirsînê binêrin di navbera dîroka gilî û dîroka mudaxeleyê de demeke pir dirêj heye.”
'PÊWÎST E TEVAHÎ DERFET BÊN SEFERBERKIRIN'
Aslan destnîşan kir ku dema sedemên derengmayina mudaxeleyê dipirsin her tim bi hincetan tên bersivandin û wiha got: “Em wek navendên jin carekê jî bi rêya çapemeniyê bang dikin: Ji bo dîtina keça 11 salî tevahî derfetên xwe seferber bikin.”