Ji kela berxwedanê Kobanê silava 1'ê Mijdarê
Kantona Kobanê ku li dijî çeteyên DAIŞ'ê destana berxwedana dîrokî nivîsand, bi wesîleya 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê, tevî hemû sazî û rêxistinên li nava bajêr daxuyaniyeke hevpar da.
Kantona Kobanê ku li dijî çeteyên DAIŞ'ê destana berxwedana dîrokî nivîsand, bi wesîleya 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê, tevî hemû sazî û rêxistinên li nava bajêr daxuyaniyeke hevpar da.
Rêvebeirya Xweseriya Demokratîk, Saziyên Civaka Sivîl, partiyên siyasî, tevger û rêxistinên jin û ciwanan ên Kantona Kobanê bi boneya 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê, li ser Girê Miştenûr daxuyaniyek dan çapemeniyê.
Daxuyaniya ku şandeya Partiya Çep a Alman jî tevlî bû û gelek saziyên çapemeniyê ve şopand, ji aliyê Cîgirê Serokê Desteya Karûbarên Civakî ya Kantona Kobanê Şervan Muslim ve bi zimanê Kurdî hate xwendin.
Şervan Muslim bi gotinên "Em wekî gelê Kobanê xwedîderketina bi rûmet ya gelên cîhanê bi germahiya dilê Kobanê silav dikin" dest bi axaftina xwe kir û got: "Di kesayeta şehîdên enternasyonalîst de em vê helwesta we bi rêzdarî pêşwazî dikin. Di kesayeta Rojhatan, Paramaz Kizilbaşan û Sariyayan de em hemû şehîdên YPG’ê YPJ’ê bibîr tînin û bejna xwe li hemberî wan ditewînin. Şehîd roj û pêşeroja me ne. Rûmet û nirxên me ne. Wesîleya jiyanê û hevbeşiya me ne. Ji ber vê yekê Kobanê ne tenê ya Kobaniyan e, Kobanê ya hemû Cîhanê ye, ya we ye. Bexwedanî û lehengiya li Kobanê bi pêşengiya şervanên azadiyê hatiye nîşandan, ji bo hemû mirovahiyê ye."
Şervan Muslim, anî ziman dilê ku ji bo Kobanê lê dide ala berxwedanê bilind kiriye û wiha dom kir: "Dilê we ji bo Kobanê lê dide. Ji bo ku hun moral û hêzê bidin berxwedêrên ku bênavber di çeperên şer de şer dikin, we bê westan piştgirî da û rabûn ser piyan. Van berxwedêran bi şev û roj bi vîn û viyana azad bi çekên herî sivik li hemberî çeteyên hov şer kirin û ala berxwedaniyê bilind kirin. Ew meş û piştgiriya we bû parçeyek ji serketina ku tevlî hêz û baweriya şervanên YPG û YPJ’ê bûye. Vê yekê hişt ku Kobanê bi ser bikeve.
Muslim, diyar kir baweriya wan heye ku çawa ji bo serketina Kobanê alîkarî hatiye dayîn, wê ji bo ji nû ve avakirinê jî bi heman rengî bê dayîn û wiha pê de çû: "Em di wê baweriyê de ne ku çawa hûn ji bo serketin û azadiya Kobanê meşiyan, di heman demê de hûn ê ji bo xweşikbûn û ji nû ve avakirina Kobanê jî, bi destekdayîna herî xurt bêyî ku hûn dereng bimînin rojek berî rojekê, hûnê peywira xwe pêk bînin. Careke din em hemû bi hev re bi yek dilî, yek helwestê dirûşmeya ‘Her tişt ji bo ji nû ve avakirina Kobanê’ tev bigerin û xebat bikin. Li hemberî zext û êrîşên AKP’ê û tehdîdên Erdogan û Davûtoglû em derkevin û şermezar bikin, hişyar bin."
Muslim bi van gotinan axaftina xwe bi dawî kir: "Dîsa ji Miştenûra pîroz, ji warên Gelhatan, Paramazan, Rêzvanan, Zozanan û Arînan em we silav û hembêz dikin. Şehîd namirin, bijî mirovahî, bimire çeteyên hov û hevakarên wan."