Ji KCK'ê peyama ji bo Newroza Qendîlê
Hevserokatiya KCK’ê di peyama xwe ya ji bo Newroza Qendîlê de, Newroz li gelê Başûrê Kurdistanê pîroz kir û ji bo çareseriyek demokratîk û mayînde li Başûr pêk were, banga xwedîderketina li têkoşînê kir.
Hevserokatiya KCK’ê di peyama xwe ya ji bo Newroza Qendîlê de, Newroz li gelê Başûrê Kurdistanê pîroz kir û ji bo çareseriyek demokratîk û mayînde li Başûr pêk were, banga xwedîderketina li têkoşînê kir.
Hevserokatiya KCK’ê di peyama xwe ya ji bo Newroza Qendîlê de, Newroz li gelê Başûrê Kurdistanê pîroz kir û ji bo çareseriyek demokratîk û mayînde li Başûr pêk were, banga xwedîderketina li têkoşînê kir.
Peyama Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê, ji aliyê endamê Tevgera Azadî Hesen Cûdî ve hat xwendin.
Di peyama KCK’ê de wiha hat gotin: "Li ser navê Hevserokatiya KCK û tevahî gerîlayên azad, Newroza 2016’an li rêberê azadî, bi hev re jiyîna gelan, têkoşîna azadiya jinê Rêber Apo û li hemû mirovahiyê pîroz dikin. Her wiha Newroza gelê me yê Başûr, Bakur, Rojava û Rojhilatê Kurdistanê û hemû Gelê Kurd li her devera cîhanê pîroz dikin."
Di berdewama peyama KCK’ê de Newroza sala 2016’an li gelê Binarê Qendîl, gelê Başûr û beşdarên Newroza Qendîlê hat pîroz kir û wiha hate gotin; "Em cejna Newrozê ya gelê berxwedêr ê Bakurê Kurdistanê bi taybetî Sûr, Cizîr, Silopiya, Hezex, Şirnex, Nisêbîn û Gever pîroz dikin. Gelê me yê ku li hember desthilatdariya AKP’ê bêyî ku paşve gav bavêje, li ber xwe didin, pîroz dikin.
Newroz cejneke serketina têkoşîna gelan li hemberî desthilatdaran e. Her wiha cejna bi hev re jiyîna gelan e. Di demek ku îro li cîhan û herêmê aloziyên mezin hene de, ji aliyekî ve êrîşên mezin li ser gelê me û gelên herêmê çêdibin, ji aliyê din ve jî ev hêzên êrîşkar hewl didin rol û hêza gelê Kurd û herêmê ji nedîtî ve bên. Hêzên desthilatdar û êrîşkar hewl didin nasname, îrade û mafê gelê me tine bike û nexşeya herêmê jî li gorî xwe şikil bidinê. Ev jî dibe sedem ku, gelên herêmê bi zehmetiyên mezin re rû bi rû bimînin."
KCK’ê di peyama xwe de bal kişand ser komkujiyên ji aliye hikûmeta AKP’ê û çeteyên wê ve li ser gelê Kurd tên kirin û wiha dirêjî da peyama xwe; "Komkujî li Zergelê, Pirsûs, Enqere, Silopiya, Cizîrê, Sûrê, Hezexê, Şirnexê, Geverê, Nisêbînê pêk hatin, her wiha bi sedan Kurdistaniyên di Derya Ege û Derya Spî de jiyana xwe ji dest dane. Li hemberî van hewldanên dagirkeran pêwîste gelê me bi ruhê yekitiya neteweyî têbikoşe. Divê sîstema konfederal û xwerêvebirina demokratîk a gelan weke yekane rê bê dîtin."
Di dewama peyama KCK’ê de qala serketina Kobanê hat kirin û bang li gelê Başûr û Bakurê Kurdistanê hat kirin û wiha hat gotin: "Çawa ku li Rojavayê Kurdistanê bi têkoşîn û berxwedanê ji sala 2014’ê bi şêweyek serketî derbasî 2015’ê bû, Bakur û Başûrê Kurdistanê jî ew êrîş û krîza di sala borî de pê re rû bi rû ma, dikarin sala nû bikin sala pêngav avêtina ji bo serketin û çareseriyê hemû krîzên hene."
Di dawiya peyama KCK’ê a ji bo Newroza Binareyê Qendilê de bang li gelê Başûr û gelê her çar parçeyên Kurdistanê hat kirin ku sala nû bi berxwedana gerîla û gelê Kurd wê bibe sala serketinê û avakirina xweseriya demokratik û wiha dawî li peyamê hat; "Ji bo wê jî pêwîste gelê me yê Başûr, Bakur, Rojhilat hemû hêz û tekoşîna xwe li ser bingeha demokrasiyê bikin yek û hewl bidin pirsgirêkên heyî çareser bikîn. Em jî weke KCK ji bo pêkhatina vê, em ê hemû hêza xwe bêxin meriyetê û têkoşîn ji bo serxistina projeya xweseriya demokratik a gel a Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê bimeşînîn. Her wiha piştevaniya daxwazên demokratîk ên gelê me yê Kurdistanê û em amade ne ku alikariya her projeyeka bi armanca guhertinên demokratîk li Başûrê Kurdistanê bikin."