Ji KCK’ê peyama 27’ê Mijdarê: Dê dawiya AKP’ê têkçûn be!

Ji KCK’ê peyama 27’ê Mijdarê: Dê dawiya AKP’ê têkçûn be!

Serokatiya Konseya Rêveber ya KCK’ê di daxuyaniya biboneya 27’ê Mijdarê 34’mîn salvegera damezirandina PKK’ê dayî dibêje; “Êdî Kurdekî ku berxwedanê dike hatiye avakirin. Bi qasî ku muhtacê tu kesê nebe xwedî vîn, zanîn, hêz, tecrûbe qezenckirî û bedel dayî hatiye afirandin. KCK’ê destnîşan kir ku, “Ji dîplomasiyê heya siyasetê, ji aboriyê heya qadên civakî AKP’ê îflas kiriye, desthilatdariya AKP’ê dê ji têkçûnê zêdetir li benda ti dawiyên din nebe.”

Konseya Rêveber ya KCK’ê di daxuyaniya xwe de aşkera kir ku, tekoşîna PKK’ê “Tekoşînekî azadiyê ya li ser bingehê wekheviya gelan, biratî û yeketiyê birêve dibe.” KCK destnîşan dike ku, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan “Ji bo gelê Kurd yê ku hebûn û wateya xwe bi PKK’ê re qezenc kir, boye nasnameya jiyana azad û vîna siyasî.” KCK’ê da zanîn ku, Ocalan şoreşa Kurdistanê ‘ xist astek wisan ku qet têk neçe’.

KCK di peyama dayî de aşkera dike ku, “Rêzgezên guhertin û azadiyê hatine pênasekirin. Vê di civaka Kurd de pêşketinên pir mezin çêkirine û rê li ber şoreşa civakî vekirine. PKK ya ku bi hêza cewherî ya gel û vîna xwe ya ser bixwe birêve diçe, weke parêzvanê qet bêzar nabe yê azadî, demokrasî û edaletê bê nîqaş bûye nûnerê herî rastîn yê nirxên mirovahiyê.” KCK’ê diyarkir ku, “Em di pêvajoyekî dîrokî yê herî nêzî azadiyê ne, salên mezinin.” KCK’ê di peyama xwe de wiha got: “ Êdî Kurdekî ku berxwedanê dike hatiye avakirin. Bi qasî ku muhtacê tu kesê nebe xwedî vîn, zanîn, hêz, tecrûbe qezenckirî û bedel dayî hatiye afirandin. Gerîla jî wê rêbazê leşkerî yê dijmin ku têde pir israr dike bi tecrûbeya hostatiyeke mezin û performanseke bilind dê ditêçûneke mezin re derbaz bike, wê bihêle ku dijmin berdêlek pir mezin bide. Ji dîplomasiyê heya siyasetê, ji aboriyê heya qadên civakî AKP’ê îflas kiriye, desthilatdariya AKP’ê dê ji têkçûnê zêdetir li benda ti dawiyên din nebe.”

KCK’ê di peyama dayî de da zanîn ku, “Îro ji hemû deman zêdetir pêwîstiya gelê Kurdistanê di tekoşîna avakirina yeketiya netew-demokratîkê heye birêve bibe, her wiha ji bo bilindkirina tekoşînê û serkeftinê bi gelên bira re di nava hevgirtinekê de şerte. Di 35’mîn salvegera tekoşîna me de em bawer dikin ku, dostên gelê Kurd, her kesên ku demokrastî û azadiyê dixwazin dê li gel doza mirovahî ya gelê Kurd bin, em di meşa serkeftina dîrokî ya pîroz de serkeftinê ji gelê xwe re dixwazin.”