Serokatiya Desteya Rêveber a KCK’ê bi wesîleya şehîdata Endama Konseya Leşkerî ya YJA STAR’ê û HPG’ê Sureyya Aslan (Rojîn Gevda) û Endamê Meclisa Leşkerî ya HPG’ê Mehmet Kaplan (Mehmet Goyî) peyamek weşand.
KCK’ê da zanîn k udi 4’ê cotmehê de li navçeya Geverê ya Colemêrgê di pevçûnekê de Sureyya Aslan û di pevçûneke di navbera 14-15’ê cotmehê de Mehmet Kaplan (Mehmet Goyî) birîndar bûne û jiyana xwe ji dest dane.
KCK’ê di peyamaxwe de wiha got: “Di dîroka têkoşîna me de mîlîtanên ku xwedî şexsiyeteke girîng in jiyana xwe ji dest dane. Du fermandarên payebilind divê meha cotmehê de gihiştine şehadeta xwe. Li qada Botanê dema fermandarê eyaleta Wanê bû heval Memet Goyî şehît ketiye û heval Rojî Gewda jî ku fermandar eyaleta YJA STAR a Zagorsê bû û li Fermandariya eyaleta Zagrosê cih digirt şehîd ketine. “
KCK’ê da zanîn ku Aslan û Kaplan bi kevneşopiya serhildêr ya Botanê mezin bûne û wiha got: “ Ev her du heval li Botanê ji dayik bûne û li Wanê mezin bûne û di pêvajoya berxewdana vejînê de tevli gerîla bûne. Fedekariyek û leheniyeke mezin derxistine pêş. Di şert û mercên herî zehmet de xet û berxwedan temsîl kirine. Xwe îsbat kirine.”
Di berdewamiya daxuyaniyê de hate diyarkirin ku ew dê bîranîna van şehîdên bi nirx dê bibin serkeftinê û wiha pê de çû: “Heval Mehmet ev 24 sal bû tevli têkoşînê bibû. Şervanekî mînak bû. Keda wî di vê têkoşînê de gelek mezin bû. Ev demeke dirêj bû endamê konseya HPG’ê bû. Fermandariya eyaleta Amed û Wanê kiribû. Ev kesayet her tim ji ciwanên Kurdistanê re bûye mînak.”
KCK’ê got; “Heval Demhat Peyas jî bi wî re şehît ket. Heval Demhat jî dilê wî li Amedê bi teşe bûye û ruhê Apocitiya Amedê temsîl dike. Dema li Zanîngeha Yuzuncu Yilê dixwest pêşengê ciwanan bû. Piştre tevli refên gerîla dibe. Heval Demhat bi berxwedaneke meizn gihiştiye şehadetê.
Rojîn Gevda milîtaneke jin ya mînak bû. Di têkoşîna xwe ya 21 salî de pratîkek mînak nîşan da. Fedekarî cesareta wê tu carî bi dawî nedibû. Bi qasî huriyekê paqij û delal bû. Xeta rizgariya jinê ya Rêber Apo ispat kiribû. Endama meclisa PAJK’ê û endama Konseya YJA STAR’ê heval Rojîn her tim ji bor ê nîşandanên perspektîfek bû. Heval Rojîn mîlîtaneke leheng bû.