KCD’ê bal kişand ser greva birçîbûnê ya ku ji 12’yê îlonê ve ji aliyê girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê ve hatiye destpêkirin û banga “Berxwedana Topyekun” kir. KCD’ê got; “Gelê Kurd li gel girtiyan li derdorê heman armancê dibin yek û divê ev yek nîşanî hemû cîhanê were, ev yek berpirsyatiyek dîrokî ye.”
Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) bi daxuyaniyeke nivîskî bal kişand ser greva birçîbûnê ya bêdem û dorveneger ku 48 roj in didome. KCD’ê bang li hemû gelê Kurdistanê kir ku tevlî “Berxwedana Topyekun” a ku dê 30’ê cotmehê bi pêşengiya BDP’ê bê lidarxistin bibin.
KCD’ê destnîşan kir ku gelê Kurd di pêvajoyeke dîrokî de ne û wiha hat gotin: “Ewladên hêja yên gelê me, di hemû girtîgehan de ji bo daxwazên xwe hemû jiyana xwe danîne holê û bedena xwe bikirine sîper, bi vî awayî berxwedaneke bi heybet dimeşînin. Çawa ku Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmeha 1982’yê bûye çirûska destpêkê ya vejîna gelê Kurd, g Greva Birçîbûnê ya Bêdem û Dorveneger a 12’yê Îlona 2012 jî dê pêngava herî girîng a gelê Kurd a ber bi azadiyê ve be. Ev pêvajoyeke pir hesas e û divê weke pêvajoyeke ji rêzê neyê dîtin. Divê hemû gelê me hem li derdora Çalakiya Greva Birçîbûnê û hem jî li derdora daxwazên wan bibin yek. Divê tu kesê ku dibêjin ku çareseriya demokratîk dixwazin, azadîxwaz in, mafên mirovan diparêzin, bi tu awayî xwe ji vê pêvajoyê dûr nexe. Divê her kes li her derê ku lê dijî bi awayeke xurt xwedî li pêvajoyê derbikevin.”
KCD’ê bi bîr xist ku hevpişka wê BDP, 30’ê cotmehê dê di her qadên jiyanê de greveke giştî pêk bîne, esnaf derabe venakin, ajotkar dê kontakan bigirin û biryara “Roja Berxwedana Topyekun” daye û xwest ku her kes di çarçoveya vê biryarê de tevbigere. KCD’ê got; “Gelê Kurd li gel girtiyan li derdorê heman armancê dibin yek û divê ev yek nîşanî hemû cîhanê were, ev yek berpirsyatiyek dîrokî ye” û bang li hemû gelê Kurdistanê kir ku tevlî “Berxwedana Topyekun” a ku dê 30’ê cotmehê bi pêşengiya BDP’ê bê lidarxistin bibin.