Ji Îranê li hember herêmên gerîla operasyon
Pastarên Îranê li hember gerîlayan operasyonek dan destpêkirin.
Pastarên Îranê li hember gerîlayan operasyonek dan destpêkirin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê, diyar kir ku pastarên Îranê li hember herêmên gerîlayan operasyonek dane destpêkirin û operasyon bê encam vekişiyaye. HPG’ê got, "22’ê Nîsanê saet 09.00’an li bejahiya gundê Erbîlan ê girêdayî Urmiyê li hember herêmên me yên gerîla pastarên Îranê operasyonek dane destpêkirin.Gerîlayên me bersiv dane vê operasyona ku saet 11.00’an hatiye xwestin bi çekên giran bê berdewamkirin. Di encama wê de operasyona dem bi dem bi obusan û çekên giran dewam kiriye, saet 14.00’an jî bê encam vekişiyaye.”