Însiyatîfa Gel a Şirnexê ji bo mîtînga di 26’ê Tebaxê de li Cizîrê bi daxwaza azadiya ji bo Ocalan û Xweseriya Demokratîk dê pêk were banga tevlibûnê kir.
Ji aliyê însiyatîfê ve derbarê mijarê de belavok hate belavkirin û di belavokê de wiha hate gotin: “Li Rojhilata Navîn ku têkoşîna azadiya gelan û daxwazên wan gihiştiye asta herî jor, kurd ku xwdî roleke gelek girîngin têkoşîna wan dê bi serkeftinê bi encam bibin. Em di pêvajoyeke wisa de derbas dibin.”
Di belavokê de hate destnîşankirin ku serkeftin bi qasî ku nêz bûye jî hin rîskên wê jî hene û wiha pê de çû: “Li hemberî me Erdogan û ekîba wî heye. Kevneşopiya wan ya dagirker, faşîst û sînsî heye. Bi têkoşîn û berxwedana mezin a gelê kurd ruyê qirêj yê dewleta tirk hatiye deşîfrekirin. Ev li Rojavayê Kurdistan û Şemzînanê bi awayekî şênber derketiye holê.”
Di berdewamiyê de wiha hate gotin: “Bê guman gelê me bi vê şoreşê qezenc bi dest xistiye û moral pêk aniye. Lê di xeta şer a gel ya şoreşger de divê her derê Kurdistanê bi vê hemleyê bê xemilandin û divê bi Kurdistana Xweser ya Azad encam bikin. Ev jî bi tevlibûna gel û berxwedana pîroz a gerîla dê pêk were.
Divê gelê kurd êdî hebûna dewleta tirk a dagirker li Kurdistanê qebûl neke. Di sala nû ya perwerdeyê de divê kurd zarokên xwe neşînin dibistanan. Her wiha divê ciwan neçin leşkeriyê û li hemberî gerîla şer neke. “
Di dawiya belavokê de diyar ji bo mîtînga 26’ê tebaxê ya Cizîrê banga tevlibûnê kir.