Ji Însiyatîfa Gel a Silopiyayê banga 'sekinandina jiyanê'

Însiyatîfa Gel a Silopiyayê, der barê komkujiyên AKP li Kurdistanê dikin de, daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Însiyatîfa Gel a Silopiyayê, der barê komkujiyên AKP li Kurdistanê dikin de, daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Rêbazên komkujiyên barbariya AKP û Erdogan li gelê me dikin, roj bi roj bêhtir hov dibin. Hîn duh li navenda Şirnexê ciwanê me Hacî Lokman Bîrlîk qetil kirin û bi kîlometreyan bi erdê re kaş kirin. Polîtîkayên faşîzan ên AKP'ê dibêje, 'dev ji vîna xwe ya xwerêveberiyê berdin, naxwe her komkujiya ku ez li hemberî we bikim, rewa ye'. Li hemberî her şêwe barbariyê gelê me wê dest ji avakirina xwerêveberiyê bernede û berxwedana xwe bidomîne. Îro sanê sibehê ciwanê me yê bi navê Kadrî Sencer ê sivîl li nava kolanê bi gulereşandinê hat qetilkirin û cenazeyê wî bi erdê re hat kaşkirin."

'ROJ ROJA BILINDKIRINA SERHILDANÊ YE'

Însiyatîfê got, "Roj, li dijî tecrîda şidandî ya li ser Rêberê me, li dijî komkujiyên li Farqînê li dijî polîtîkayên faşîzan ên gladyoya AKP û Erdogan ku cenazeyê ciwanê me Kadrî Sencer bi erd re kaş kir, roja bilindkirina serhildanê ye."

'EM JIYANÊ BISEKINÎNIN, XWEDÎ LI SENCER DERKEVIN'

Însiyatîfê bang li gelê Silopiyayê kir, ku jiyanê bisekinîne, dikanan veneke û xwedî li Kadrî Sencer derkeve. Însiyatîfê got, "Yê ku winda bike wê polîtîkayên faşîzan ên gladyoya AKP û Erdogan e. Yê bi ser bikeve gelê me yê bûye Kobanê û bi ruhê Kadrî Sencer veguheriye Farqînê û avakirina xwerêveberiyê be."