Înîsiyatîfa Gel a Kurdistanê danezenek weşand û bang li gelê Kurd kir ku di 34’emîn salvegera damezrandina PKK’ê de bikevin serhildanê. Înîsiyatîfê diyar kir ku, ji bo berxwedana Rojavayê Kurdistanê li Mêrdîn, Dîlok û Rihayê dê ber bi sînor ve bimeşin.
Di danezana ku ji aliyê Însiyatîfê ve hatiye weşandin de tê destnîşan kirin ku di 27’ê mijdarê de li hemû bajarên Kurdistanê û yên metropolên tirk dê çalakî hebin û got ji Dîlok, Riha û Mêrdînê jî ber bi sînorê Rojavayê Kurdistanê dê meş pêk were.
Di danezanê de wiha hat gotin: “Pêvajoyeke dîrokî û girîng 34’emîn salvegera damezrandina PKK’ê pêşwazî dike. Partiya me li dijî hemû polîtîkayên qirkirina civakê û faşîst yên dewleta tirk berxwe daye û rastiya civakeke bi rûmet û azad ya ku xwe afirandiye derxstiye holê. Ger Rêber Apo û Tevgera PKK’ê tunebûya, belkî jî gelekî ku xwe ji birî kiribû, welatê xwe ji bîr kiribû, li ser navê kurdbûnê hemû taybetiyên xwe wenda kiribû, li holê hebûya. Lê Rêber Apo di şexsê xwe de ruhê têkoşîna netewî derxistiye holê û berxwedana azadiyê kir gel. Îro em wekê gel asta ku em gihanê, em deyndarên Rêber Apo û şehîdên ku bi fedayî canê xwe dane ne.”
Di daxuyaniyê de hate diyar kirin ku, PKK di mijara paratina hebûna gelê Kurd û afirandina azadiyê de temînata esase û got 27’ê mijdarê dema xwedî lê derketina pêkanîna azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û gelê Kurde.
Di daxuyaniyê de berxwedana Rojavayê Kurdistanê hat silav kirin û hat diyar kirin ku, tu hêz nekare qezên çar parçeyên Kurdistanê paşve bibe û wiha hate gotin: “Gel dê wan têlên bê wate ji sînor rabikin dê bi heyebeteke mezin çalakiyan pêk bînin û li dijî çeteyan dê xeta berxwedanê ava bikin. dîsa li Kurdistan û metropolan divê her qad vegere qada serhildanê û ev deynê me ye ku divê em nîşan bidin serhildan tenê ne li Serêkaniyê ye. her qada jiyanê em dê bi agirê şoreşê ronî bikin.”