Ji HPG’ê têkildarî êrîşên artêşa Tirk daxuyanî
Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya HPG’ê da xuyakirin ku balafirên artêşa Tirk li Herêmên Parastinê yên Medyayê gelek qad bomberdûman kiriye.
Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya HPG’ê da xuyakirin ku balafirên artêşa Tirk li Herêmên Parastinê yên Medyayê gelek qad bomberdûman kiriye.
Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya HPG’ê da xuyakirin ku balafirên artêşa Tirk li Herêmên Parastinê yên Medyayê gelek qad bomberdûman kiriye.
Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya HPG’ê der barê operasyonên artêşa Tirk ên li Bedlîs û Amedê agahî da.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di çalakiya sûîqestê ya hêzên gerîla li hember qereqola Karataş lidarxistin de leşkerek hatiye kuştin.
LI AMED Û BEDLÎSÊ OPERASYON
Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya HPG’ê diyar kir ku 20’ê Mijdarê danê êvarî li herêma Şehîd Mîzgîn a Bedlîsê artêşa Tirk operasyon daye destpêkirin. HPG’ê têkîldarî operasyona artêşa Tirk de ev agahî da:
Di operasyonê de artêşa Tirk ji quntarê Hêrvit, Korcan heta pira Korcan, heta herêmên Tepê Şehîd Bawer, Sirtê Sergermavê, Sîmek û gundê Sasona serdegirtin pêş xist. Saet 19.00-20.00’an 2 helîkopterên Kobra li quntarê Korcan dan. Piştî êrîşên helîkopterên Kobra, leşker ketin eraziya Korcan. 21’ê Mijdarê (îro) ber bi danê sibê saet 03.00’an qismek leşker bi helîkopterên Skorsky ji herêmê hatin girtin, qismet leşker jî vekişiyan qereqola Hêrvit û operasyon vekişiya. Li eraziyê yekîneyên veşartî jî hene. Cerdevanên gundên Hêrvit, Kûrtîk û Xomaş jî tevlî vê operasyonê bûn.”
HPG’ê der barê operasyonên li Amedê jî ev agahî parve kir:
“21’ê Mijdarê (îro) saet 03.00’an artêşa TC li girên derdora (derdora Şehîdgeha Şehîd Harûn) gundên Paşê Çiya, Warşîn, Hombat, Çemê Elik, Speynîk û Goma Bektaş xwe bi cih kirine.”
HPG’ê diyar kir ku artêşa Tirk li hember herêmên Şehîd Serxwebûn û Apê Mûsa yên girêdayî navçeya Licê ya Amedê êrîşên obus û hawanan didomîne, her wiha qereqolên Bilbilok û Korxê jî Şehîdgeha Şehîd Harûn û derdora wê bi hawanan bomberdûman kiriye.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku 20’ê Mijdarê saet 08.00’an hêzên gerîla li hember qereqola Karataş a li xeta sînorê herêma Zapê çalakiyek sûîqestê li dar xistine û di encam de leşkerek hatiye kuştin.
Wiha hat gotin: “Piştî çalakiyê, qereqolê derdora xwe bi obus, hawan û tankan bomberdûman kir.”
LI HEMBER HERÊMÊN PARASTINÊ YÊN MEDYAYÊ BOMBERDÛMAN DIDOMIN
Di daxuyaniyê de der barê êrîşên hewayî yên ji duh êvarî ve li hember Herêmên Parastinê yên Medyayê didomin jî ev detay hatin dayîn:
21’ê Mijdarê saet 00.00-03.30’an balafirên şer ên artêşa Tirk li Qendîlê derdora gundên Silê, Lewcê, Dola Batê û girê Şehîd Hîwa bomberdûman kirin.
20’ê Mijdarê saet 23.30-00.00’an balafirên şer li herêma Xakûrkê qada Lelîken bomberdûman kir.
21’ê Mijdarê saet 00.00-02.30’an balafirên şer ên Tirk li herêma Avaşîn, herêmên Dola Şehîd Rahîme, Şaxê Nêriya û Dola Satê bomberdûman kirin.
21’ê Mijdarê saet 02.00’an balafirên şer mintiqayên Kînyanîş û Tepê Havanê yên girêdayî qada Ertûş a Herêma Zapê bomberdûman kirin.
21’ê Mijdarê saet 00.00-04.30’an qereqola Oremar a li xeta sînorê herêma Avaşînê; herêma Şehîd Gafûr da ber obus û hawanan.
21’ê Mijdarê saet 00.00-01.00’an û 02.30-03.30’an qereqola Bîlîcan a li xeta sînorê herêma Zapê, herêmên derdora xwe; 20’ê Mijdarê saet 17.00-18.00’an qereqola Êrîş, herêma Dola Şîfreza da ber obus û hawanan.
20’ê Mijdarê saet 12.00-16.00’an qereqola Tepê Yekmal a li xeta sînorê herêma Heftanînê, herêma Bektorya da ber obus û hawanan.
21’ê Mijdarê (îro) saet 00.00-02.00’an li ser herêma Garê, saet 00.00-03.00’an li ser herêma Metîna, saet 11.30-01.30’an li ser herêmên Qendîl û Avaşînê tevgera balafirên şer çêbû. Her wiha, 20’ê Mijdarê saet di navbera 18.00 û 21’ê Mijdarê 01.00’an de li ser herêma Avaşîn, di navbera heman rojan de di navbera saet 18.00-06.00’an li ser herêma Metîna pêgerên hewayî yên keşfê geriyan.