Ji HPG’ê bîlançoya şerê sê mehan

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê, der barê êrîşên artêşa Tirk û berxwedana li Şengalê de bîlançoya şerê sê mehan aşkera kir. Li gorî bîlançoyê êrîşên artêşa Tirk zêde bûn, li Şengalê jî çeteyan windahiyên giran dan.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê, der barê êrîşên artêşa Tirk û berxwedana li Şengalê de bîlançoya şerê sê mehan aşkera kir. Li gorî bîlançoyê êrîşên artêşa Tirk zêde bûn, li Şengalê jî çeteyan windahiyên giran dan.

Navendê da zanîn ku bi mehên biharê re artêşa Tirk agirbest binpê kiriye û ketiye nava tevgera leşkerî ya zêde.

Di daxuyaniyê de ev xal hat destnîşankirin: "Pêvajoya Pêngava Çareseriya Demokratîk a Rêbertiya me û Tevgera me daye destpêkirin, ji sala 2015’an û vir ve, ji aliyê hêzên me ve bi hestyarî, bi rêbaz û taktîka bi dîsîplîn, bi berpisyariyeke dîrokî, hatiye meşandin. Lê bi mehên biharê re, ji aliyê artêşa Tirk ve agirbest hatiye binpêkirin û tevgera leşkerî zêde bûye.  Ev tevgerên leşkerî yên artêşa Tirk, bûye tespîta ku agirbesta yekalî ya ku di 30’ê Hezîrana 2013’an de hatibû ragihandin, bi dawî bûye. Dewleta Tirk di vê pêvajoyê de lez daye operasyonên xwe yên bejayî, kemînên ku dibin wesîleya şer, zêde kirine. Xebatên keşfê yên pêgerên hewayî yên bê mirov berdewam kiriye û bi çekên giran, di serî de bombebaranên bi hewan, obus û topan li dijî herêmên me yên Parastina Medyayê li herêmên ku hêzên me dimînin êrîş hatine kirin."

429 KEŞF, OPERASYONÊN BEJAYÎ, 133 ÊRÎŞÊN TOPBARANÊ…

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser tevgera leşkerî ya mehên Nîsan, Gulan û Hezîranê bîlançoyek berfireh weşand.

Li gorî vê yekê, di nava sê mehan de artêşa Tirk 429 xebatên keşfê, 69 operasyonên bejayî, 77  kemîn, 133 êrîşên bi tank û topbaranê pêk aniye. Her wiha 151 tevgerên hewayî rû daye.

HPG’ê da zanîn ku bi tevahî 14 caran şer qewimîne û gerîlayan jî 4 çalakî pêk anîne. Di van şer û çalakiyan de 7 leşker mirin e û 14 jî birîndar bûne.

Navendê da zanîn ku di mehên Nîsan, Gulan û Hezîranê de 9 gerîlayan jiyana xwe ji dest dane.

BÎLANÇOYA SÊ MEHAN A ŞENGALÊ: 104 ÇETE HATIN KUŞTIN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê bîlançoya 3 mehan a li Şengalê jî aşkera kir.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Me wek gerîlayên azadiya Kurdistanê komkujiya li dijî gelê me yê Şengalê pêk hatiye dan sekinandin. Têkoşîn di esasa azadkirina Şengalê de hatiye meşandin û têkoşîna me ya berxwedanê tevî hemû êrîşan di çarçoveya çalakiyên gerîla de meşiya ye."

Di dewama daxuyaniyê de hat ragihandin ku ku çeteyên DAIŞ’ê di sê mehan de li djî çeperên hêzên gerîla bê navber êrîş pêkanîne û hat gotin: "Li dijî van êrîşên çeteyan di serî de gerîlayên me yên HPG-YJA Starê, şervanên YBŞ-YPJ-Şengal, berxwedêrên MLKP’ê û peşmergeyan bi çalakiyên bi bandor darbeyên mezin li çeteyan xistine.  Di vê pêvajoya sê mehan a têkoşîna me ya berxwedanê de 6 hevalên me bi ruhê Apoyî têkoşiyane û bi têkoşînek mînak gihiştine şehadetê.

Li gorî bîlançoyê hejmara şer û çalakiyên di sê mehan de li dijî çeteyan pêk hatine 59 e.  Di van şer û çalakiyan de 104 çete mirin, 32 birîndar bûn. 2 TIR’ên çeteyan û 10 wesayîtên wan hatin îmhakirin. Panzer û 9 wesayît jî hatin derbkirin. 

Hat gotin ku di vî şerî de 6 gerîlayan jiyana xwe ji dest dane.

BALAFIRÊN KOALÎSYONÊ NUQTEYÊN ÇETEYAN BOMBEBARAN KIRIN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê da zanîn ku balafirên şer yên Koalîsyonê jî bi sedan nuqteyên çeteyan bombebaran kiriye û hat gotin ku encamên van bombebaranan ji aliyê wan ve nayê zanîn.
Daxuyanî wiha bi dawî bû: "Li Bakurê Kurdistanê divê bê zanîn ku ti tevgera leşkerî ya artêşa Tirk û êrîşên li dijî gelê me pêk tên, wê bê bersiv nemîne. Gerîlayên Azadiya Kurdistanê li dijî hovîtiya DAIŞ’ê heta têkoşînê bi serketinê tacîdar bike wê bi ruhê Fedayî yê Apoyî têbikoşe. Em hêzên Parastina Gel a Kurdistanê li dijî her êrîşê di çarçoveya parastina rewa de bi bersivdayînê, binirxînin."