Tevgera siyaseta Kurd di sala 1990’an de bi Partiya Kedê ya Gel (HEP) destpê kir li pey wê wekî Partiya Demokrasî û Azadiyê (OZDEP), Partiya Demokrasiyê (DEP), Partiya Demokrasî ya Gel (HADEP), Partiya Gel a Demokratîk (DEHAP), Partiya Azad, Partiya Civaka Demokratîk (DTP), Partiya Demokrasî û Aştiyê (BDP), Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ve gihîştiye asteke nû.
Siyaseta Kurd a ku ligel polîtîkayên înkar û îmhayê yên dewletê ji Partiya Kedê ya Gel (HEP) destpê kir û heya di vê pêvajoyê de jî Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) kevneşopiya partiyên Kurdan.
DAMEZIRANDINA HEP’Ê Û SIYASETMEDARÊN KURD LI MECLÎSÊ NE
Di qada siyasetê de bi pêşketina têkoşîna azadiyê û ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd a bi rêyên demokratîk ewil HEP di 7’ê Hezîrana 1990’an de hate damezirandin. HEP ji ber qanûna antî-demokratîk a partiyên siyasî û benda hilbijartinê ya ji sedî 10 bi tifaqê kete hilbijartinê. Di hilbijartinên 20’ê Cotmeha 1991’an de HEP’ê bi SHP’ê re tifaq pêk anî 18 parlamenterên HEP’ê ji lîsteyên SHP’ê ketin meclîsê.
AVAKIRINA DEP’Ê KAMPANYA ÇÎLLER A LI DIJÎ KURDAN
Piştî ku HEP hate girtin di 7’ê Gulana 1993’an de DEP hate avakirin. Parlamenterên HEP’ê derbasî DEP’ê bûn. Lê siyaseta Kurd di van salan de bêhtir bû hedefa dewletê û polîtîkayên înkar û îmhayê. Bi destên Serokwezîra wê demê Tansû Çîller ji bo DEP bê girtin û parlamenterên Kurd ji meclîsê bên dûrxistin kampanya hate destpêkirin. Li dijî parlamenterên Kurd lînca siyasî gihîşt merhaleke cuda û bi fermana Çîller der barê parlamenterên Kurd de ji bo mafê “destnedayîna” wan bê rakirin fezleke hatin amadekirin û di encama vê yekê de parlamenterên Kurd bi zora polîsan di 2’ê Adara 1994’an de ji meclîsê hatin derxistin, hatin binçavkirin û piştre jî hatin girtin. Ev bûyer wekî “Darbeya 2’ê Adarê” di dîrokê de cih girt.
Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) biryara Tirkiyeyê darizandineke adil pêk neaniye da. DMME’yê di 2001’an de Tirkiye mehkumî 140 hezar dolar cezayî tezmînatê kir.
Di vê demê de siyaseta Kurdan berdêlên giran da, nêzî 80 endamên DEP’ê parlameterê Mêrdînê Mehmet Sîncar jî di nav de ji aliyê dewletê ve hatin qetilkirin. Navenda Giştî ya DEP’ê jî di nav de nêzî 10 avahiyên partiyê hatin bombekirin. Herî dawî jî partî hate girtin.
AVAKIRINA HADEP’Ê Û HILBIJARTINÊN 1995’AN
Bi girtina DEP’ê re siyaseta Kurd partiyeke nû ava kir û di Gulana 1994’an de HADEP hate avakirin. HADEP di nava partiyên siyasî yên hatine avakirin de herî zêde berdewam kir. Di hilbijartinên 1995’an de ji sedî 4.7 deng hate girtin û ji ber benda hilbijartinê nekete meclîsê. Ligel ku li Kurdistanê encamên girîng hate wergirtin jî ji ber sîstema antîdemokratîk parlamenter dernexist. Li aliyê din bi taybetî li Kurdistanê ji ber zext û tehdîdên dewletê gelek kes neçûn li ser sindoqan û nekarîn dengên xwe bikar bînin. Di dema HADEP’ê de zextên li dijî partiyê derket asta herî jor lê ligel vê yekê jî siyaseta Kurd têkoşîna xwe gihand merhaleyeke cuda û di hilbijartinên herêmî yên di 18’ê Nîsana 1999’an de yekem car bajarên wekî Amed, Agirî, Êlih, Çewlik, Colemêrg, Sêrt û Wan jî di nav de bi tevahî 37 şaredarî qezenc kir.
TEMSÎLIYETA KURDAN A DI MECLÎSÊ DE DÎSA HATE ASTENGKIRIN
Heman salê hilbijartinên giştî jî pêk hat û 34 parlamenter hatin hilbijartin lê ji ber benda hilbijartinê ya ji sedê 10 neketin meclîsê. Temsîliyeta di meclîsê de ji ber benda hilbijartinê careke din hate astengkirin.
Ji ber pêkûtiyên dewletê yên li dijî siyaseta Kurd HADEP jî bi hinceta “bûye navenda terorê” wekî partiyên berê di 13’ê Adara 2003’an de hate girtin.
50 PARLAMENTER JI BER BENDA HILBIJARTINÊ NEKETIN MECLÎSÊ
Piştî girtina HADEP’ê siyaseta Kurd bi DEHAP’ê re têkoşîna xwe ya siyasî domand. Siyaseta Kurd bi DEHAP’ê re jî girîngî da stratejiya tifaqan û bi hêzên ked û demokrasiyê ve tifaq pêk anî û bi vê tifaqê kete hilbijartinên 3’ê Mijdara 2002’an. Di vê hilbijartinê de tifaqa ku di bin banê DEHAP’ê de kete hilbijartinên giştî ji sedî 6.23 deng wergirt û 50 parlamenter derxist. Lê ji ber vê astengiya benda hilbijartinê ya ji sedî 10 neketin meclîsê. Di vê pêvajoyê de jî ji bo DEHAP nekeve hilbijartinan jî zextên dewletê berdewam kir bi taybetî Serdozgerê Komarê yê Dadgeha Bilind Sabîh Kanadoglû ku bi nêzîkatiya xwe ye li dijî Kurdan dihat nasîn û nirxandin serî li Desteya Bilind a Hilbijartinê (YSK) da, lê ligel vê hewldanê biryara “DEHAP dikare bikeve hilbijartinê” da.
Piştî hilbijartinan jî ji bo girtina partiyê hewldanên dewletê bi rêya dozgeran berdewam kir. Ji ber zext û dozên ji bo girtina DEHAP’ê partiyê di 19’ê Mijdara 2005’an de xwe fesh kir. Bi vî rengî yekem car partiyeke Kurdan ji bilî biryarên girtinê yên dewletê xwe fesh kir.
JI DEHAP’Ê JI BO PIRSGIRÊKA KURD DEKLARASYON
Di dîroka siyaseta Kurd de ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd ji bilî bernameyên partiyê DEHAP bi deklarasyona ku di 2’ê Nîsana 2003’an de weşandiye jî xwedî cihekî taybet e. Bi tifaqên hilbijartinê û tevî astengiyan dengên ku hatin wergirtin û hejmara parlamenterên ku ji ber heman astengiyan neketin meclîsê jî bi vê deklarasyonê ve jî têkoşîna siyasî gihand merhaleyeke. Di deklarasyonê de mijarên wekî “Divê polîtîkayên nenaskirina zimanê Kurdî ji holê rabe; ji bo hêzên çekdar karibin tevlî siyaseta demokratîk û jiyana civakî bibin qanûn bên derxistin; divê hemû fikar û pêşdariziyên têkîldarî pirsgirêka Kurd bên terikandin û nêzîkatiya çareseriyê bê pêşxistin; divê Tirkiye dev ji polîtîkaya nenaskirina nasnemaya Kurd berde û ji bo parastina çand û zimanê Kurdî pêdiviyên navneteweyî bi cih bîne…” di raya giştî de gelek bal kişand.
DTP, SÎSTEMA HEVSEROKATIYÊ Û LI MECLÎSÊ AVAKIRINA KOMÊ
Bi avakirina Partiya Civaka Demokratîk (DTP) a di 9’ê Mijdara 2005’an de siyaseta Kurd ewil bi anîna sîstema hevserokatiyê ve mora xwe li siyaseta Tirkiyeyê xist. Yekem car bi awayekî nefermî be jî ev sîstem kete meriyetê, ji aliyê raya giştî ya Kurdistan û Tirkiyeyê ve hate qebûlkirin, di nava demê de israra di vê sîstemê de li Tirkiyeyê qanûna partiyên siyasî de jî guhertin pêk hat, bi awayekî fermî jî hate qebûlkirin. DTP’ê gavên ku ji salên 90’an hatin avêtin pêşdetir bir û ji bo bûna partiyeke hemû Tirkiyeyê hembêz bike polîtîka diyar kir. Ji der û dorên cuda yên hemû gelên Tirkiyeyê hewl da ku bigire nava xwe. Ji bo vê yekê gava herî şenber jî di hilbijartinên 2007’an de hate avêtin. Ji bo benda hilbijartinê û astengkirina ketina parlamenterên Kurd a li meclîsê bêwate bike biryara bi namzetên serbixwe ketina hilbijartinê hate girtin. Bi vê biryarê bi namzetên “Bloka Namzetên Hezar Hevî” hilbijartin pêşwazî kir. Di encama vê polîtîka û tifaqên hate pêşxistin de 20 parlamenter ketin meclîsê. Bi vî rengî Kurdan astengiyên ku di qanûnan de ji aliyê dewletê ve tê derxistin serobino kirin. Yekem car li meclîsê partiyeke Kurdan di bin banê DTP’ê de bi 20 parlamenteran ve kom ava kir. Heman serketin di hilbijartinên herêmî yên di 2009’an de jî hate nîşan dan û hejmara şaredariyên ku hatin qezenckirin derket 99’an. Li Kurdistanê partiyên sîstemê bi piranî bûn partiyên tenê tabelayên wan mane.
Li hemberî pêşketina siyaseta Kurd û li Tirkiyeyê bûna alternatîfeke nû zextên dewletê jî li gorî demên bihurî gihîşt asteke herî dijwar. Di 2009’an de ji bo pêşîlêgirtina li siyaset û jiyana alternatîf a gelan operasyonên qirkirinên siyasî hate destpêkirin. Bi hezaran siyasetmedarên Kurd di bin operasyonên bi navê “KCK’ê” de hatin binçavkirin girtin û gilînameyên pûç hatin darizandin û di encama van darizandinan de rastî cezayên giran hatin. Di encama vê polîtîkaya dewletê de bi operasyonên qirkirina siyasî DTP jî ji aliyê Dadgeha Destûra Bingehîn ve hate girtin, ji bo gelek damezrîner, rêveber û endamên DTP’ê jî biryara qedexeya siyasetê hate girtin.
BDP Û BLOKA KED DEMOKRASÎ Û AŞTIYÊ
Siyaseta Kurd a ku li dijî zextên wekî xwe ji nû ve diafirîne bi damezirandina Partiya Demokrasî û Aştiyê (BDP) ve bersiv da hemû polîtîkayên qirkirina siyasî. BDP’ê di hilbijartinên 12’ê Hezîrana 2011’an de “Bloka Ked Demokrasî û Aştiyê” ava kir û bi namzetên serbixwe kete hilbijartinan. Li 41 bajaran bi 65 namzetan ve kete hilbijartinên giştî. Bi sloganên “Komara Demokratîk” û “Ji bo xweseriya demokratîk azadî û demokratîk” ve hem di demokratîkbûna Tirkiyeyê de hem jî di çareserkirina pirsgirêka kurd de helwesta xwe nîşan da. Di hilbijartinê de ji sedî 5.67 deng hate wergirtin û 36 parlamenterên blokê hatin hilbijartin. Lê bi betalkirina parlameteriya Hatîp Dîcle ve ev hejmar kete 35’an. BDP’ê jî wekî DTP’ê li meclîsê kom ava kir. Cara duyemîn Kurdan benda hilbijartinê ya ji sedê 10 bêwate kirin. Di hilbijartinên herêmî ya 30’ê Adara 2014’an de jî BDP’ê 11 bajarên wekî Amed, Êlih, Sêrt, Dêrsim, Wan, Şirnex, Colemêrg, Îdir, Bedlîs, Agirî û Mêrdînê, 68 navçe û 23 bajarokan de bi tevahî 102 şaredarî bi dest xist, li gelek herêman dengên xwe zêde kir.
Siyaseta Kurd a ku tevî polîtîkayên înkar û îmhayê yên dewletê ji HEP’ê destpê kir bi “Jiyana Nû” dewam dike.