Ji gerîlayên YJA Starê çalakiyên bi bandor
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê diyar kir, di encama çalakiyên gerîlayên YJA Starê yên li hemberî tabûra Gundikê Melê, Girê Tûgaya Şirnexê û Qereqola Nimêja ya Çelê de gelek leşker hatine kuştin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê diyar kir, di encama çalakiyên gerîlayên YJA Starê yên li hemberî tabûra Gundikê Melê, Girê Tûgaya Şirnexê û Qereqola Nimêja ya Çelê de gelek leşker hatine kuştin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê diyar kir, di encama çalakiyên gerîlayên YJA Starê yên li hemberî tabûra Gundikê Melê, Girê Tûgaya Şirnexê û Qereqola Nimêja ya Çelê de gelek leşker hatine kuştin.
Di daxuyaniya HPG'ê ya li ser çalakiyên rojên dawî yên gerîla de, ev agahî hatin dayîn:
"Roja 22'ê Hezîranê saet di 07:30 de, hêzên me yên YJA Starê bi çekên giran li girê ser bi tabûra Gundikê Melê yê Şirnexê xistin. Hejmara leşkerên mirî û birîndar ên li vê derê nehat zelalkirin.
Roja 22'ê Hezîranê saet di 15:30 de li hemberî girê Tûgaya Şirnexê hêzên me yên YJA Starê çalakiyeke sûîqestê pêk anîn. Di encama vê çalakiyê de 3 leşker hatin kuştin, leşkerek jî birîndar bû. Di heman demê de hêzên me bi çekên giran li qereqola Çelê Nimêja xistin. Piştî vê çalakiyê, artêşa TC obus û hawan avêt derdorê.
Her du çalakî ji bo bîranîna hevalên me Zinar Zagros, Andok Wan, Şêr Dima û Kajîn Şirnak hatin lidarxistin.
Hêzên me yên YJA Starê, roja 22'ê Hezîranê saet di 18:30 de li girê Xerxol ê ser bi herêma Garisa ya Sêrtê çalakiyek pêk anîn. Bi roketan li du çeperên li vir hat xistin. Di encamê de 2 leşker mirin.
Roja 22'ê Hezîranê artêşa TC rêya gelek gundên Mûşê girt. Her wiha li ser rêya Mûş û navçeya Amed Pasûrê xendek kola û bendên ji beton danî.
21'ê Hezîranê, li herêma navbera navçeya Çewlik Xolxolê û gundê Conikê, hêzên me bi çekên ferdî li wesayîtek polîsên tîmên taybet tê de bûn xistin. Hejmara mirî û birîndarên dijmin nehat zelalkirin. Artêşa TC roja 22'ê Hezîranê li herêmê dest bi operasyonê kir.
Artêşa TC di 21'ê Hezîranê de li herêma Tendurekê dest bi operasyonê kir. Yekîneyeke me ya gerîla, ku heman rojê saet di 12:30 de bi erka xwe radibûn, li nêzî gundê Dasina yê Ebex a Wanê rastî leşkeran hat û şer derket. Di vî şerî de 2 hevalên me heta fîşeka dawî şer kirin û şehîd ketin.
Roja 12'ê Hezîranê, komeke me ya gerîla ya li bejahiya navçeya Motkî ya Bedlîsê bi erka xwe radibû, têkiliya xwe bi yekîneya xwe re qut bûbû. Ev koma me bi saxlemî gihaşt baregehên xwe.
Di 21'ê Hezîranê de artêşa Tirk li gundên Aşka, Melêsa, Pirosa, Batê û Hemka yên navçeya Şirnex Elkê operasyon da destpêkirin. Roja 22'ê Hezîranê, artêşa TC li van gundan derketina derve qedexe kir.
Roja 21'ê Hezîranê saet di 19:45'an de, balafirên şer ên artêşa TC bombe li Geliyê Tuyê, gundê Kola, gundê Nêrduşa, girê Mirava û gundê Dêman ên Şemzînanê xistin. Balafirên şer li gundê Dêmanê bombe li cihê gundî lê bûn, xistin. Piştî vê bomberdûmanê artêşa TC operasyon da destpêkirin û li derdora girê Mirava bi cih bû. Li ser operasyonê agahiyên bi dest ketin wê bi raya giştî re werin parvekirin.
Hêzên me roja 21'ê Hezîranê saet di navbera 17:30-18:00 de li hemberî leşkerên li dora Girê Şehîd Gafûr ê li herêma Oremar a Colemêrgê bi cih bûbûn, çalakiyek pêk anîn. Lê belê hejmara leşkerên mirî û birîndar nehat zelalkirin.
Roja 22'ê Hezîranê saet di 15:30 de, leşkerên artêşa TC hewl dan di navbera girên Şehîd Lezgîn û Şehîdan ên li bejahiya Qilabanê de rê çêbikin. Hêzên me yên gerîla bi çekên giran li van leşkeran xistin. Hejmara kuştî û birîndarên leşkeran nehat zelalkirin.
Roja 23'ê Hezîranê saet di navbera 00:00-01:10 de balafirên şer ên artêşa TC li derdora gundê Dêrgelê yê herêma Metîna û saet di navbera 00:30-01:30 de jî li qada Pirbela yê Heftanînê xistin."
AGAHIYÊN LI SER NASNAMEYÊN GERÎLAYÊN JIYANA XWE JI DEST DAN
Di daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê de li ser nasnameyên gerîlayên li herêma Tendurekê jiyana xwe ji dest dan, ev agahî hatin dayîn:
"Nasnav: Rustem Cûdî
Nav paşnav: Adem Taşdemîr
Cihê ji dayikbûnê: Îdir
Navên dayik û bav: Seyran-Yaşar
Dem û cihê şehadetê: 21'ê Hezîrana 2016 / Tendurek
Nasnav: Destan Axçira
Nav paşnav: Ekrem Yilmaz
Cihê ji dayikbûnê: Bedlîs
Navên dayik û bav: Herdemcan-Cevdet
Dem û cihê şehadetê: 21'ê Hezîrana 2016 / Tendurek."