Ji gerîlayên HPG'ê çalakiyên bi bandor
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê da xuyakirin, ku li ser rêya Şapatan a navbera navçeyên Gever û Şemzînanê, li dijî komeke leşkeran bi çekên ferdî çalakî hatiye lidarxistin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê da xuyakirin, ku li ser rêya Şapatan a navbera navçeyên Gever û Şemzînanê, li dijî komeke leşkeran bi çekên ferdî çalakî hatiye lidarxistin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê da xuyakirin, ku li ser rêya Şapatan a navbera navçeyên Gever û Şemzînanê, li dijî komeke leşkeran bi çekên ferdî çalakî hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de 5 leşker mirin û bi roketan li wesayîteke zirxî ya bi tîpa akrepê hat xistin. Navendê ragihand, piştî şerê li Bedlîsê polîsan gule li derdora xwe reşandin û ji ber vê êrîşê 2 sivîlan jiyana xwe ji dest dan, 2 jî birîndar bûn. Di daxuyaniya nivîskî de hat gotin, di çalakiyên gerîlayên HPG û YJA Starê de 8 leşker û polîs hatine kuştin.
Di daxuyaniya navendê de hat gotin, "Roja 23'ê Hezîranê saet di 11:30 de li ser rêya Şapatan a navbera navçeyên Gever û Şemzînanê yên Colemêrgê, li hemberî komek ji leşkeran a kontrola rê dikin, hêzên me yên YJA Starê bi çekên ferdî çalakiyek pêk anîn. Di encama derbên xurt de 5 leşker hatin kuştin. Her wiha bi roketên B7 derbên xurt li wesayîteke zirxî ya bi tîpa akprep hat xistin û wesayît hat rûxandin. Hejmara leşkerên mirî û birîndar ên li vir nehat zelalkirin. Miîr û birîndar bi 4 ambûlans û çend wesayîtên sivîl ji cihê bûyerê hatin rakirin. Piştî çalakiyê qereqolên Durê û Radyolîkê bi obus û çekên giran li herêmê xistin. Li dû vê çalakiyê dijmin li bajarokê Şapatan û gundê Sereroyê derketina derve qedexe kir.
ŞEMZÎNAN
HPG’ê her wiha da xuyakirin, ku artêşa Tirk di 21'ê Hezîranê de li gundên Geliyê Tuyê, Kola, Nerdûşa, Girê Mirava û derdora gundê Dêmanê operasyon dabû destpêkirin. Di daxuyaniyê de hat gotin, "Leşker 22'ê Hezîranê li Geliyê Tuyê, gundê Kola, Dêmanê, Durê û Nêrdûşê bi cih bûbûn û 23'ê Hezîranê saet 15:30’î vekişiyane." Di berdewamiyê de tê diyarkirin ku hêzên dewleta Tirk ji qereqolên Durê û Radyolîkê gundên Geliyê Tuyê, Kola, Dêman, Dûrê û Nêrdûşê bi obus û havanan bombebaran kirine.
LI BEDLÎSÊ ÇALAKIYA LI DIJÎ BENDA KONTROLÊ YA POLÎSAN
Di daxuyaniyê de hate gotin 22'ê Hezîranê yekîneyeke gerîlayan, bi ser nuqteya kontrolê ya polêsan a li pêşiya navenda navçeya Tetwana Betlîsê de girtiye, hêzên wan bi awayekî fedaî derbeke giran li wan xistine, ketine nuqteya kontrolê û bi çekên ferdî û bombeyan derb li dijmin xistine. Di berdewamê de wiha hate gotin, "Li vê derê di navbera hêzên me û polêsan de şerekî dijwar qewimiye û şer heya bi taxa Suwarê berdewam kiriye. Di vê çalakiyê de 3 polîs hatine kuştin." Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku gelek ambulans û wesayitên sivîl ji bo ku kuştî û birîndaran rakin, hatine cihê bûyerê. Di heman daxuyaniyê de hate diyarkirin ku 3 gerîlayên bi ruhekî fedaî şerê xwe kirin, jiyana xwe ji dest dan.
Di daxuyaniyê de HPG’ê ragihand, hêzên dewleat Tirk gule li sivîlên li taxê reşandin û ji ber vê gulereşandinê 2 sivîlan jiyana xwe ji dest dane, 2 jî birîndar bûne.
Di heman daxuyaniyê de her wiha agahî der heqê çalakiya ku ji hêla hêzên YJA Starê ve ku di 23'ê Hezîranê de li nêzîkî gundê Sêrxaçê yê navbear navbera rêya Wan û Betlîsê, Tetwanê de dimîne, çalakiyek bi ser yekîneyeke leşkerî ve biribûn. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku di vê çalakiyê de herî kêm leşkerek hatiye kuştin û piştî çalakiyê helîkoptera tîpa Skorskyê hatiye kuştî û birîndarên xwe rakirine. Di daxuyaniyê de ev agahî têne dayin: "Piştî çalakiyê artêşa TC li qadê xwest ku operasyonê bike, lê dema ku Skorsky xwest ku li leşkeran deyne herêmê, hêzên me bi derbên xwe yên bibandor kirine ku helîkopter vegere."
Di daxuniya ku ji hêla Navenda Ragihandina HPG’ê ve hatibû dayin derheqê tê gotin ku 23’yê Hezîranê saet 19:00’an wesayiteke aidî firmayê ku xebata cihokê ya ji bo qereqola Zargêya girêdayî navenda Dersîmê dike, hatiye şewitandin û xebatkar jî hatine binçavkirin.
NASNAMEYÊN GERÎLAYÊN JIYANA XWE JI DEST DANE
Li gorî daxuyaniyê, nasnameyên gerîlayên jiyana xwe ji dest dane, bi vî rengî ne:
Nasnav: Dorşîn Viyan
Nav paşnav: Semîha Akdogan
Cihê ji dayikbûnê: Colemêrg
Navên dayik û bav: Fatma-Ebûbekîr
Dem û cihê şehadetê: 22'ê Hezîrana 2016 / Bedlîs
Nasnav: Xeyrî Garzan
Nav paşnav: Tacettîn Gulen
Cihê ji dayikbûnê: Bedlîs
Navên dayik û bav: Şemen-Suleyman
Dem û cihê şehadetê: 22'ê Hezîrana 2016 / Bedlîs
Nasnav: Cûdî Makû
Nav paşnav: Kemal Huseyîn Yar
Cihê ji dayikbûnê: Makû
Navên dayik û bav: Têlî-Ahmet
Dem û cihê şehadetê: 22'ê Hezîrana 2016 / Bedlîs."