Ji gerîlayan operasyona şoreşgerî: 75 leşker û polîs hatin kuştin – HAT NÛKIRIN

Gerîlayên HPG/YJA Star li navçeya Elkê ya Şirnexê operasyoneke şoreşgerî ya 24 saetan li dar xistin. Di çalakiya li hemberî gelek nuqteyên leşker û polîsan de 75 leşker û polîs hatin kuştin.

Gerîlayên HPG/YJA Star li navçeya Elkê ya Şirnexê operasyoneke şoreşgerî ya 24 saetan li dar xistin. Di çalakiya li hemberî gelek nuqteyên leşker û polîsan de 75 leşker û polîs hatin kuştin, gelek çek û wesayîtên zirxî hatin îmhakirin. Di pevçûnên piştî operasyonê de 14 gerîlayan jiyana xwe ji dest dan.

25’ê Îlonê saet 05.40'an gerîlayên HPG û YJA Star li navçeya Elkê ya Şirnexê operasyoneke şoreşgerî pêk anîn. Gerîlayan Tûgaya Bêşebab, girên Bayrak, Çeper ê Bêgokê yên girêdayî tûgayê, li hember leşkerên ewlekariya wan dikirin, Fermandariya Jendermeyan a Navçeyê, Midûriyeta Polîsan, avahiya TOKÎ ya tîmên taybet, Qeymeqamtî û nuqteyên polîsan ên di ketina navçeyê de kirin hedef.

HPG’ê diyar kir ku li navçeya Bêşebab operasyoneke 24 saetan pêk aniye. HPG’ê ya têkildarî operasyona berfireh agahî da, ragihand ku di çalakiyê de 75 leşker û polîs hatine kuştin, 14 gerîlayan jî jiyana xwe ji dest dane.

ZÊDETIRÎ 20 HAWAN LI TÛGAYA ELKÊ KETIN

Li gor daxuyaniya Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya HPG’ê gerîlayan bi çekên giran zêdetirî 20 topên hawanê li Tûgaya Elkê dane. Gerîlayan bi çekên nîv otomatîk û roketan li avahiya Fermandariya Jendermeyan a Navçeyê dane. Li vir di beşeke mezin a avahiyê de şewat derketiye, 3 çeper bi temamî hatine îmhakirin.

Di çalakiya li hemberî Midûriyeta Polîsan de jî gerîlayan li nuqteyên polîsan ên li derdora midûriyetê dane û hemû çeper ketine destê gerîlayan.

Gerîlayên ku çeperên Qeymeqamtiyê kirine hedef çepereke ku 7 leşker tê de bi temamî îmha kirine. Her wiha  3 wesayîtên zirxî yên li derdora qeymeqamtiyê jî bi roketan hatine îmhakirin.

Di çalakiya Elkê de avahiyên TOKÎ yên tîmên taybet tê de hedef hatine girtin. Gerîlayan 3 avahî û çeperên polîsan ên li ser avahiyan kirine hedef  û li sekvanan dane.

Di çalakiyeke din a li hember nuqteya polîsan de gerîlayan 2 çeper bi dest xistine û 2 panzer îmha kirine.

GERÎLAYAN Lİ HEMBER TÛGAY Û TEPEYAN ÇALAKÎ PÊK ANÎ

Hate ragihandin ku di çerçoveya operasyona Şoreşgerî de gerîlayên HPG û YJA Starê li hember girê Bayrak, girê Mevzî yên girêdayî Tûgaya Elkê û girê Bêbokê 3. yê ewlehiya Tûgaya Elkê dike çalakî pêk anîn, gelek çeper û wesayîtên leşkerî îmha kirin, hejmarek zêde jî leşker hatin kuştin.

Gerîlayan ji du baskan ve çalakî li hember girê Bayrak ê girêdayî Tûgaya Elkê pêk anî û li ser tevahî çeperan kontrola xwe ava kirin. Gerîlayan çeka A-4 a di çeperekê de îmha kirin û tepe bi dest xistin. Girê hatibû bi dest xistin, piştî çalakiyê rastî êrîşa balafirên şer, bomberdûmana tank û obusan hat. Di van êrîşan de gerîlayekî jiyana xwe ji dest da, di encama çalakiya gir de Termalek, çekek Melez, çekek MG-3, 1 BKC û Bombeavêjek hat desteserkirin. Piştre gerîlayan Termal, MG-3 û Bombeavêj îmha kirin. HPG’ê diyar kir ku di vê çalakiyê de cenazeyên 6 leşkeran bi çav dihat dîtin.

HPG’ê destnîşan kir ku komek gerîlayên din li hember girê Mevzî bi çekên ferdî, navîn û sûîqestê çalakî pêk anîn û wiha berdewam kir: “Li vir tankek di dema êrîşê de hat halekî ku careke din neyê bikaranîn. Di vê çalakiya ku hejmarek mezin mirî û birîndarên leşkeran hene de, hejmarek zelal nehate bidestxistin. Artêşa TC mirî û birîndarên xwe bi ambûlansan û wesayîtên zirxî ve birin Tûgaya Elkê.”

Gerîlayan li hember girê Bêbokê 3. yê ewlehiya Tûgaya Elkê dike jî çalakî pêk anîn. Gerîlayan bi çalakiyên berfireh gelek çeper kirin hedef û îmha kirin. Piştî gerîlayan kontrola gir bi dest xistin, balafirên şer ên Tirk bi bomberdûmanek mezin gir kirin hedef.

Her wiha HPG’ê diyar kir ku dema giştî operasyonê jî li navenda navçeyê û derdora wê hedefên bi tevger jî bûn hedefên tîmên sûîqestê yên xwe li navçeyê bi cih kirî. Di vê çalakiya sûîqestê de bi zelalî 9 leşker û polîs hatin kuştin.

HPG’ê di vê çalakiya li navenda navçeyê pêk hat de ragihand ku 5 gerîlayên wan bi qehremanî jiyana xwe ji dest dane.

GEL BI ÇALAKİYAN BÛ BERSİV

HPG’ê der barê operasyona şoreşgerî ya nêzî 24 saetan berdewam kir de wiha got:

“Dema Operasyona Şoreşgerî de li derdora navenda navçeya Elkê de li gelek nuqteyan pevçûn çêbûn û gerîlayên me di serî de li ser rêyan li herêmê kontrol girtin destên xwe. Artêşa TC bi balafirên şer vê herêm bomberdûman kir, bi topên hawan û obusan her wiha êrîş bir ser navenda navçeyê û gelek cihên sivîl bomberdûman kir. Gelê navçeyê li hember êrîşên artêşa Tirk çalakiyên girseyî pêş xistin.

LI HEMBER ALAYA LEŞKERÎ JÎ ÇALAKÎ

Gerîlayan tevî navenda navçeyê, nêzi saet 23.00’an li hember alaya Çeman a nêzî navçeyê jî çalakiyeke din pêk anîn. Gerîlayan ji du baskan ve çalakî pêk anîn, alaya Çeman û girê girêdayî alayê bû hedef. Ji derveyî çeperekê, gerîlayan giştî çeperên li gir îmha kirin û tevahî gir xistin bin kontrolê.

HPG’ê da xuyakirin ku artêşa TC xwest bi balafirên şer û topên obus û hawanan gir bi temamî îmha bike, 9 gerîlayan di van êrîşan de jiyana xwe ji dest da û di daxuyaniyê de ev agahî da:

 “24’ê Îlonê êvarî Alaya Çeman û girê wê hate hedefgirtin. Pişti lêdanên bi bandor gerîlayên me ji du baskan ve ketin êrîşê û ji derveyî çeperekê, girê Şemanê bi temami xistin bin kontrolê. Di vî girî de çeperek A-4’ê jî bi temamî hate îmhakirin. Dema bi destxistina gir de gerîlayekî me şehîd ket û 4 gerîlayên me jî birîndar bûn. Ji ber ku şehîd û birîndarên me hebû, çekên hatibû bidestxistin gelek ji wan hate îmhakirin, tenê çeka sûîqestê ya Bora ji ser leşkeran hate rakirin.

Di çalakiya ku pêgerên hewayî yên bê mirov keşfek zêde dikirin de, 2 gerîlayên me rastî êrîşek zêde ya balafirên şer hatin. Di encama bomberdûmanan de 9 gerîlayên me şehîd ketin.

Dema çalakî pêk dihat û piştî wê, artêşa Tirk bi balafirên şer, obus û hawanan gelek mal jî bomberdûman kir.

DÎMENÊN AMBÛLANSA KU POLÎSAN GULEBARAN KİRİN Dİ DEST GERÎLA DE YE

Di vê çalakiyê de di encama ku artêşa Tirk rasterast sivîl gulebaran û bomberdûman kir, 4 sivîlan jiyana xwe ji dest dan.

HPG’ê der barê gulebarana ser ambûlansê de di daxuyaniya xwe de ev agahî dan:

 “Dema saetên çalakî pêk dihatin, artêşa TC rasterast malên gel gulebaran kirin û bi çekên giran ve êrîş kirin. Dîsa ambûlansek ji nêzî polîsan derbas dibû jî gulebaran kirin. Agahiyên wekî vê ambûlansa gerîlayên me gulebaran kiriye derveyî rastiyê ne. Dîmenên bûyera ambûlansê bê çawa polîs pêk tînin jî hene.”

OPERASYON BI SERKETÎ ENCAM BÛ

HPG’ê ragihand ku piştî operasyonê navenda navçeyê ket kontrola gerîlayan, hê jî ev kontrol didome û piştî operasyonê gerîlayan xwe qademekê kişandiye. HPG’ê wiha domand:

 “Operasyona serketî  li hember bajêr 24 saetan berdewam kir, piştî operasyonê hêzên me xwe qademeyekê kişandin. Tevahî kontrola qadê gerîlayên me bi dest xistin. Ev çalakiya ku ji bo bîranîna di serî de Şehid Baran Dêrsim û tevahî şehîdên vê pêvajoyê pêk hat, mîsîllemeya êrîşên li hember şehîdgehên me bû. Di çalakiyê de 14 gerîlayên me di vê pêngavê de bi seknek Apoyî cihê xwe girtin, şer kirin û şehîd ketin. Windahiyên artêşa TC di encama vê operasyonê de bi zelalî 75 in.”