Gerîlayên HPG’ê 30-31’ê cotmehê li navçeya Gevera Colemêrgê 3 çalakî li dar xistin. Di encamê de 2 wesayit derbe xwarin û herî kêm 3 polîs birîndar bûn.
Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê (HPG-NÇR) aşkere kir ku gerîlayan 30-31’ê cotmehê li navçeya Gevera Colemêrgê 3 çalakî li dar xistine.
HPG-NÇR’ê got; “30’ê Cotmehê di saet 12.00’an de li navçeya Gevera Colemergê li dijî wesayiteke zirxî ya akrep ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de wesayita akrep derbe xwariye, hejmara kuştî û birîndarê dijmin jî ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin.”
HPG-NÇR’ê diyar kir ku 30’ê Cotmehê di saet 13.00’an de li navçeya Gevera Colemergê li dijî wesayiteke zirxî ya akrep ji aliyê gerîlayan ve çalakiyek hatiye lidarxistin û got; “Di encama vê çalakiyê de wesayita akrep derbe xwariye, hejmara kuştû û birîndarê dijmin jî ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin.”
HPG-NÇR’ê da zanîn ku 31’ê Cotmehê di navbera saet 19.00-20.00’an de li navçeya Colemergê li dijî lojmanên polîsan û nuqteya ewlekariya li pêşiya lojmanên dadger û dozgeran de ji aliyê gerîlayan ve hin çalakî hatine lidarxistin û wiha domand; “Di encama vê çalakiya li dijî lojmanên polîsan hate lidarxistin de 3 polîs birîndar bûye, hejmara kuştî û birîndarên di çalakiya din de ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin.”
Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG’ê got: “30’ê Cotmehê li navçeya Nisêbîna Mêrdîna li bajaroka Girê Mîra alîkarê mudur û wezîfedareke dibistanê yên hatibûn binçavkirin, piştî lêpirsînên wan serbest hatin berdan."