Ji gerîlayan çalakiyên bi bandor

Gerîlayên HPG/YJA Star li Colemêrg, Şirnex, Wan, Sêrt, Çewlik, Bedlîs, Dêrsim, Mûş û Amedê çalakiyê bi bandor pêk anîn. Di çalakiyan de 16 leşker û 3 polîs hatin kuştin

Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya HPG’ê çalakiyên bersivdayînê yên gerîlayên HPG/YJA Starê bi raya giştî re parve kir.

HPG’ê di daxuyaniya xwe de ev agahî da:

COLEMÊRG

"Di çarçoveya Pêngava Şehîd Reşît Serdar de; 23’ê Îlonê saet 13.30 gerîlayên me li hember qereqola Radyolog a girêdayî navçeya Şemzînan a Colemêrgê ji 2 milan bi çekên sûîqest û giran çalakiyek li dar xistine. Di çalakiyê de 4 kulube û panzerek hedef hatine girtin, panzer hatiye derbkirin. Di vê çalakiyê de 4 leşker hatine kuştin.

23’ê Îlonê saet 15.30 gerîlayên me li hember qereqola Tepê Çete ya girêdayî qereqola Bêsosin a Şemzînana Colemêrgê çalakiyeke sûîqestê pêk anîn. Di vê çalakiyê de leşkerek hatiye kuştin. Paralelî vê çalakiya sûîqestê gerîlayên me bi çekên ferdî û yên giran çeper, avahî û kuleyên qereqolê kirine hedef. Di vê çalakiyê de hejmara mirî û birîndaran zelal nebûye.

23’ê Îlonê saet 08.00 li hember alaya Garê ya girêdayî navçeya Şemzînan a Colemêrgê hêzên gerîlayên me çalakiyek pêk anîne. Gerîlayên me yên 4 kuleyên leşkerî û ya qereqolê kirin hedef, bi çekên giran û ferdî li wan dan. Di çalakiyê de hejmara mirî û birîndaran zelal nebû.

23’ê Îlonê saet 24.00’an artêşa Tirk li qada gundê Oremar ya girêdayî navçeya Gever a Colemêrgê ji bo hawan û çekên giran bi kar bîne çepereke nû çêkiriye. Gerîlayên me li hemberî vî çeperî bi çekên giran çalakiyek pêk anîne û çeper hatiye derbkirin. Di heman wextî de hêzên me yên gerîla bi çekên giran li garnîzona qereqola Oremar dane. Di gazrîna hedef hatiye girtin de şewat derket. Di van çalakiyan de hejmara mirî û birîndaran zelal nebûye. Ji bo mirî û birîndaran ji qadê derxin wesayît zirxî anîne. Piştî çalakiyan saet di navbera 15.30, 21.00 - 22.00’an de qadên Şehîd Bager û Şehîd Afat bi obus û hawanan hatine bombekirin; saet di navbera 21.00 - 22.00’an de bi piştgiriya pêgerên hewayî yên bê mirov balafirên şer heman qad bombe kirine.

23’ê Îlonê saet 15.00’an gerîlayên me li hemberî girê girêdayî qereqola Oremar a Geverê çalakiyeke sûîqestê pêk anîn. Di vê çalakiyê de leşkerek hat kuştin.

AVAŞÎN

23’ê Îlonê saet 15.30’an gerîlayên me li hember qereqola Grana ya li sînorê herêma Avaşîn a Herêmên Parastinê yên Medyayê, bi çekên giran çalakî pêk anîn. Di vê çalakiyê de hejmara mirî û birîndaran nehatiye zelalkirin.

SÊRT

23’ê Îlonê saet 18.10’an hêzên gerîlayên me li hember qereqola Gezer a girêdayî Tabûra Komando ya Sêrtê çalakiyek pêk anîn. Ev çalakiya ku ji du baskan ve bi BKC, B-7 û çekên ferdî pêk hat ji bo bîranîna hevalê Şehîd Reşît bû. Baskê yekemîn çepera A-4 û 2 leşkerên tê de kirin hedef, çeper derbe xwar, her du leşker jî hatin kuştin. Baskê duyemîn çepera MG-3, 2 leşkerên tê de û 2 leşkerên li ber nîzamiyê kirin hedef. Mewziya MG-3 hat îmhakirin, 4 leşker jî hatin kuştin. Roketek li avahiya qereqolê ket. Di çalakiyê de bi giştî 6 leşker hatin kuştin. Agahiyên di çapemeniyê de wek 2 leşker birîndar in, agahiyek ne rast e. Artêşa TC piştî çalakiyê ji qereqola herêmê ya Trafik û Sanayî derdora xwe bi çekên A-4 ve gulebaran kir. Her wiha piştî çalakiyê bi gelek ambulans û helîkopterên Skorsky ve mirî û birîndarên xwe rakirin. Li gel vê, hêzên gerîlayên me li navenda Cîvînokî, stasyonek bazê ya Turkcell, Vodafone û Aveayê û şebekeyek înternetê jî bi çalakiyek sabotajê îmha kirin

WAN

30’ê Tirmehê hêzên gerîlayên me ji mesafeyek nêz bi çekên ferdî û bombeyan li emnîyeta Şaxê ya girêdayî navçeya Şaxê ya Wanê dan. Di vê çalakiyê de li gor agahiyên zelal Amîrê Emniyeta Şaxê miriye û polîsek jî bi giranî birîndar bûye.

ŞIRNEX

23’ê Îlonê saet 10.00’an qereqola Kêtire ya girêdayî navçeya Bêşebabê ya Şirnexê, Şehîdgeha Şehîd Kûrtay Faraşîn û herêma Meydana Kolya ku koçer li vir in, bi obus û hawanan bomberdûman kir. Dîsa heman qereqolê herêmên Deriyê Zervî û Kato Jîrka bi tankan ve bomberdûman kir û di encama vê bomberdûmanê de erazî şewitand.

23’ê Îlonê ji danê nîvro ve artêşa TC rêya Şirnex û Gundikê Melê girtiye. Lêşkerên bi wesayîtên zirxî xwe li gundên Kîron, Neva û Dîryanê bi cih kirine, wan xebatên xwe didomînin.

AMED

23’ê Îlonê li Taxa Ferîdûn a navçeya Farqîn a Amedê, tîmek gerîlayên me çawîşekî pispor kirin hedef û kuştin. Her wiha tabanca û wesayîta wî jî desteser kirin. Tîma gerîlayên ku çalakî pêk anîn bi saxlemî vegeriyan bargehên xwe.

Ji 13’ê Îlonê û vir ve rêya Pasûr û Licê di bin kontrola hêzên gerîlayên me de ye.

23’ê Îlonê saet 12.00’an hêzên gerîlayên me bargeha Leşkerên Navçê ya li navenda navçeya Hênê ya Amedê kirin hedef û bi roketan lê dan. Çepera ku roket lê ket îmha bû, 3 leşker jî birîndar bûn.

23’ê Îlonê ji saet 17.30’an û vir ve Rêya Îpekê ya di navbera Amed û Êlihê di bin kontrola hêzên gerîlayên me de ye. Kontrolkirina nasnameyan û der barê pêvajoyê de agahdarkirina gel hê jî didome.

ÇEWLIK

22’ê Îlonê saet 19.00’an artêşa TC li gundê Gulê yê girêdayî navçeya Bongîlan a Çewlikê, bi piştgiriya helîkopterên Skorsky û tevlîbûna cerdevanan ve dest bi operasyonê kir. Ev operasyon bi şêwazê kemînan hê jî didome.

23’ê Îlonê danê êvarî saet 22.30’an hêzên gerîlayên me li hember gelek hedefên leşkerî yên li navenda navçeya Azarpêrt a girêdayî Çewlikê ji 3 baskan ve çalakî pêk anîn. Baskê yekemîn çalakî bir ser avahiya emniyetê, bi mudaxeleya wesayîtên zirxî çalakî veguherî pevçûnê. Baskê duyemîn bi çekên BKC û B-7 Lojmanên Tabûrê kirin hedef û bi bandor lê dan. Baskê sêyemîn jî çeperên Tabûrê, Konteynir û mewziya A-4’ê kirin hedef. Di encama lêdanên bi bandor de hejmarek zêde leşker mirin û birîndar bûn. Lê hejmar nehate zelalkirin. Piştî çalakiyê, artêşa TC li derdora xwe rasterast gule reşand û di encam de sîvîlek birîndar kir.

Ev çalakiya berfireh pêk hat ji bo bîranîna Baran Dêrsim û hevalên me yên şehîd ketine pêk hat.

MÛŞ

23’ê Îlonê saet 15.00’an li ser rêya Mûş û Pasûrê kontrolkirina nasnameyan heta saet 19.30’an berdewam kir. Ev rêya ji 27’ê Tirmehê û vir ve di bin kontrola hêzên gerîlayên me de ye.

Rêya trenê ya di navbera Mûş û Bongîlanê ji 7’ê Tebaxê û vir ve di bin kontrola hêzên gerîlayên me de ye.

BEDLÎS

23’ê Îlonê danê êvarî saet 22.00’an hêzên gerîlayên me li hember tabûra leşkeran a li navenda navçeya Xîzan a Bedlîsê çalakiyek pêk anîn. Kulubeya di ketina tabûrê de hate hedef girtin û di vir de pevçûnek giran rû da. Bi çekên ferdî, BKC û B-7’an ve wesayîtên zirxî jî bûn hedef û di heman demê de di navbera hêzên gerîlayên me û yekîneyên veşartî de jî pevçûn qewimî. Di çalakî û pevçûnan de bi zelalî 3 leşker hatin kuştin. Piştî çalakiyê artêşa TC bi tank, top û çêkên A-4’ê ve derdora xwe gulebaran û bomberdûman kir.

Rêya Bedlîs û Xîzanê ket bin kontrola hêzên gerîlayên me. Di çalakiya ku alên HPG û YJA Starê hatin vekirin de, 23’ê Îlonê danê sibê saet di navbera 06.00-07.00’an de nasname hatin kontrolkirin. Saet 17.30’an helîkopterek Skorsky ji bo mudaxeleyê hat lê derbe xwar û çû. Ev çalakî saet 19.00’an bi encam bû. Piştî çalakiyê qereqola Hîvrîsê ya girêdayî Bedlîsê derdora xwe gulebaran kir. Her wiha pêgerên hewayî yên bêmirov, keşfên xwe didomînin.

23’ê Îlonê saet di navbera 17.30-18.00’an de artêşa TC bi helîkopterên Skorsky li herêma Geliyê Ûranûs a girêdayî navçeya Tetwan a Bedlîsê di nav tevgerek zêde de bûn.

DÊRSİM

22’ê Îlonê saet 20.15’an kulubeyek Lojmana Dozgeriyê ya li navenda navçeya Pilûr a Dêrsimê ji hêzên gerîlayên me re bû hedef. Bi çekên ferdî û roketan ve kulube hat îmhakirin, bi zelalî 3 polîs jî hatin kuştin.

Polîsê ku 22’ê Tebaxê li ser pira Cemolar a Hozatê hatibû kuştin, parêzvanê amîrê polîse ye.”