BI DÎMEN

Ji fermandarên YJA Star Berçelan: Li dijî êrîşan wê bersiva me hebe

Ji fermandarên YJA Starê Zozan Berçelan diyar kir ku êrîşên dewleta Tirk ên li hemberî Herêmên Parastinê yên Medyayê wê bêbersiv nemînin û got, "Em weke hêzên gerîla her tim amade ne."

Ji fermandarên YJA Starê Zozan Berçelan diyar kir ku êrîşên dewleta Tirk ên li hemberî Herêmên Parastinê yên Medyayê wê bêbersiv nemînin û got, "Em weke hêzên gerîla her tim amade ne. Bila her kes zanibe, li hemberî êrîşan weke gerîlayên HPG û YJA Starê wê bersiva me gelekî tund be. Êdî hêzên gerîla wê mîna berê nêzîk nebin û di rewşeke pasîf de nesekinin. Êdî her tişt guherî. Em ê bersivê bidin."

Ji fermandarên YJA Starê Zozan Berçelan pêvajoya heyî ji ANF'ê re nirxand û da xuyakirin ku li dû pêvajoya aştiyê ew ne alîgirê ji nû ve meşandina şer in, lê belê armanca dewleta Tirk tinekirin e, lewma ew ê bêbersiv nemînin.

Berçelan diyar kir ku AKP dema fêm kir HDP wê benda hilbijartinê derbas bike, beriya hilbijartinê dest bi pêla zexta li siyaseta sivîl û gelê Kurd kiriye û got, "Dema ku ji van encam bi dest nexist, li dijî gerîla dest bi êrîşên hwayî kir. Tevî van hemûyan jî me xwest bi agirbesta Rêberê xwe ya di sala 2013'an de hat îlankirin û pêvajoya çareseriyê re girêdayî bin. Ji ber vê yekê me nexwest şer bikin. Lê belê êrîş pêl bi pêl zêde bûn. Êdî ne pêkane ku em bêdeng bin. Ev 4 meh in hevdîtina bi Rêberê me re tê astengkirin. Zêdeyî 3 sal in parêzer nikarin biçin cem Rêberê me. Bila AKP vê baş bizanibe; bi êrîş û polîtîkayên bi vî rengî yên çavtirsandinê re nikare vîna gerîla bişikîne. Em weke hêzên gerîla her tim amade ne. Weke gerîlayên HPG û YJA Starê, wê bersiva me gelekî tund be. Êdî hêzên gerîla wê mîna berê nêzîk nebin û di rewşeke pasîf de nesekinin. Êdî her tişt guherî. Em ê bersivê bidin."

'GERÎLA ÊRÎŞAN CIDÎ NABÎNE'

Berçelan da zanîn ku di encama têkçûna 7'ê Hezîranê AKP ji bo rewşa xwe ya xitandî ya siyasetê çareser bike dest bi şer kiriye û got, "Di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de bi têkçûna AKP'ê re di siyasetê de xitimandinek rû da. Ji bo dawî li vê rewşê bîne jî li dijî gerîla dest bi êrîşên leşkerî kirin. Armanca AKP'ê tinekirina PKK û gelê Kurd e. Bila vê baş zanibin; ev tevger bi salane  vê têkoşînê dimeşîne. Ev polîtîka êdî encamê nadin. Çiqas windahiyên me çêbibin jî, ewqasî destketiyên me çêdibin. Ev rewşeke li pêş çavan e. Bi salane êrîşên li hemberî Herêmên Parastinê yên Medyayê bi her awayî tên kirin. Bandoreke xwe ya cidî nîne. Lê di vir de armanc niyet û nêzîkatiya AKP'ê ye. Naxwe gerîla van êrîşan cidî jî nagirin. Bi van êrîşan re dixwazin Zap û herêmên weke wê kontrol bikin. Lê ev yek di sala 2008'an de ceribandin. Gelekî baş dizanin ku hingî çi bi serê wan de hat. Niha jî wê heman tişt bi serê wan de bê."

'EM JI AŞTIYÊ RE JÎ JI ŞER RE JÎ AMADE NE'

Berçelan anî ziman ku gerîlayên HPG û YJA Starê li Bakurê Kurdistanê hem weke bersiva li êrîşan hem jî ji bo bîranîna Şervan Varto yê di êrîşan de jiyana xwe ji dest da çalakiyan lidar dixin û got, "Heta ku êrîş hebin em jî neçar in bi pêngavan re bersivê bidin. Ji bo dema nû amadekariyên me dewam dikin. Em ji aştiyê re jî ji şer re jî amade ne. Ji bo me êdî rêya şoreşê vebûye. Rojava vê yekê nîşan dide. Gelê Bakurê Kurdistanê jî amade ye. Êdî dem dema şerê gel ê topyekûn e. Divê gelê me xwe li gorî vê birêxistin bikin. Li dijî zext, girtin û binçavkirinan derkevin. Van qebûl nekin. Berê xwe bidin çiyê."