Zimanzan, Nivîskar, Rojnamegerê Kurd û Endamê PEN-a Kurd Ezîzê Cewo di nameya ji Endamê Rêveberiya TZP-Kurdî Mulazîm Ozcan ê ku di encama operasyonên di bin navê KCK’ê de li hemberî siyaseta Kurdan tê meşandin de hat girtin re nivîsand, got; “Li ber agir û alava siyaseta tunekirinê ya rêjîma faşîst û di bin baskê tevgera rizgarîxwaz de qal bûyî, û te dizanibû, ger li ser zimanê kurdî û bi zimanê kurdî dinivîsî, di welatekî faşîsttirîn ê wek Tirkîyê de, tê çi wateyê…”
Zimanzan, Nivîskar, Rojnamegerê Kurd û Endamê PEN-a Kurd Ezîzê Cewo ku li Rûsyayê dijî, nameyek ji Endamê Rêveberiya TZP-Kurdî Mulazim Ozcan ê ku ji doza KCK’ê girtî ye re nameyek şand. Nameya Cewo wiha ye:
“Dem baş, birayê delal!
Bi rastî, eger ez ji te ra bibêjim, ku ez ji agahiya girtina te zêde matma nebûm, bila neê wê wateyê, ku dlê min neêşyaye. Di nav gelê me de gotinek heye, dibêjin: “Mineta dijmin – qirşek!” Gelê me êdî ev derbazkirye. Û, bi dîtina min, tu van tiştan baştir tê digihîjî, ne ku...
Na, birayê delal, ez baş dizanim, tu hîç hewceyê gotinên dilbaristaniyê jî nînî, tu di Welatê me de mezin bûyî – li ber agir û alava siyaseta tunekirinê ya rêjîma faşîst û di bin baskê tevgera rizgarîxwaz de qal bûyî, û te dizanibû, ger li ser zimanê kurdî û bi zimanê kurdî dinivîsî, di welatekî faşîsttirîn ê wek Tirkiyeyê de, tê çi wateyê…
Hema tenê di vê serdema me de, ji Apê Mûsa û Wedat Aydîn dest pê kir, heya bê derê van rojên me bi hezaran rewşenbîrên me hatine serwindakirin, bi dehhezaran dot û lawên gelê me yên here hêja di girtîgehên dagerkeran de dirizin, di nav wan de, Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan – li girava Îmraliyê eva ji salekê zêdetir e, di tecrîda giran de ye; bi hezaran zarokên me yên girtî hene. Îro di girtîgehên Îranê de derdorê sî kurdên welatparêz benda dardakirina xwe ne…
Û baristaniya van hemûyan jî di wê de ye, ku gelê kurd li ser pêyan e. Ji berê va hatye gotin: “Gelê ku nexwaze bemire, tu kes nikare wî bikuje!”
Tu îro serbilind î! Li pişt te va bi mîlîyonan kurdên xwedî şan û şeref û dilsoz sekinîne – bi tevgera xwe ya netewî va, bi hêza xwe ya sîyasî va û bi hêzên xwe yên parastinê va. Azadîya te jî û ya hemû gelê me jî îro di destê gelê me bi xwe de ye. Gelê me di Başûr de gihîştye mafê xwe yê netewî û berbi serxwebûnê va diçe, di Rojavayê welêt de ew li ser rêya destxistina mafên xwe ye, di Rojhilatê Kurdistanê de rewşa dîrokî digihîje, û gel li wir xwe ji bona roja azadîyê amade dike. Li Bakur jî… Bakûr îro bûye KELA berxwedanê, û garantîya pirsgirêka kurdî jî di wir de ye… Bi van hemûyan va, û di nav van hemûyan de, tiştekî girîng jî derketye hole – ew pêvajoya avakirina yekîtîya netewî ye…
Wisa ku, her kesek di nav vî gelî de rola xwe heye û her yêkê jî wê di vê pêvajoya dîrokê de cîyê xwe bigire…
Lêbelê evê têkoşîna vê serdemê her tiştek em hîn kirine:
Berxwedan, Berxwedan û dîsa Berxwedan!...
Berxwedan jîyan e!
Û di nava vê çarçeva Kurdistanî ya netewî de ez silavên xwe yên germ ji te û hemû berxwedanvanên hebs û zîndan ra dişînim.
Heya hevdîtina di roja Azadîya Mezin de,
birayê te,
Ezîz ê Cewo.”