Ji endamên Ciwanên Azad Baselê ji bo azadiya Ocalan çalakiya kon

Endamên Ciwanên Azad Basel, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest bi çalakiya kon a du rojan kirin. Ciwanên beşdarî çalakiyê bûn gotin, "Heta Rêberê me azad nebe, em azad nabin."

Bi armanca şikandina tecrîda şidandî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pêkhatina azadiya Ocalan, endamên Ciwanên Azad Basel, li bajarê Swîsre Baselê dest bi çalakiya kon a 2 rojan kir.

Roja destpêkê ya çalakiyê bi dawî bû. Ciwanên ku di çalakiyê de wêneyên Ocalan, alên PKK û Ciwanên Azad hvekirin, der barê tecrîda şidandî û komkujiyên li Kurdistanê li hemberî gelê Kurd tên kirin de belavok belav kirin.

Ciwanan dan xuyakirin ku heta Rêberê wan azad nebe ew azad nabin û bang li hemû ciwanên li Kurdistan û Ewropayê dijîn kir, ku tevlî têkoşîna azadiyê bibin.

...