Ji Elkê peyama 'Em li ser piyan in'
Ahmet Temel û kurê wî Behçet Temel ên li Elkê ji aliyê leşkeran ve hatin qetilkirin spartin axê. Di merasîma cenaze de peyama, “Em li ser piyan in, em ê teslîm nebin” hat dayîn.
Ahmet Temel û kurê wî Behçet Temel ên li Elkê ji aliyê leşkeran ve hatin qetilkirin spartin axê. Di merasîma cenaze de peyama, “Em li ser piyan in, em ê teslîm nebin” hat dayîn.
Ahmet Temel û kurê wî Behçet Temel ên li gundê Setkar ê girêdayî navçeya Elkê ya Şirnexê diman, di encama ku leşkerên Tirk topa hawanê avêtin mala wan jiyana xwe ji dest dan. Bav û kur bi merasîmeke ku bi sedan kes tevlî bûn spartin axê. Cenazeyên ku bi konvoyeke mezin anîn gund di ketina gund de ji wesayîtê hatin derxistin û welatiyan cenaze hilgirtin ser milên xwe.
Cenaze bi tevlîbûna parlamenter Altan Tan, Îmam Taşçier, Saadet Becerîklî, heyeta DBP û KCD’ê, parlamenterên HDP’ê yên li navçeyê û nûnerên saziyan bi dirûşm, tilîliyan ve anîn goristana gund.
ENCU: WEZÎR DIXWAZE RASTIYAN VEŞÊRE
Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Ferhat Encu di axaftina xwe ya li goristanê de diyar kir ku dewlet bi tank, topan dixwaze îradeya gelê Kurd bişkîne, axaftina xwe wiha doman: “Zîhniyeta ku li vê axê komkujiyê pêk tîne ji bo komkujiyên xwe binixumîne polîtîkayên qirêj pêş dixe.” Encu da zanîn ku Qeymeqam bi zorê ajokarê ambûlansê anî navçeyê, li nuqteya polîsan, polîsan bi gulebaranê qetil kirin, ev jî tên zanîn, lê Wezîr dixwaze ser vê qetil kirinê binixumîne.
MALBATA TEMEL: EM TI CARAN TESLÎM NABIN
Ser navê malbata Temel, Tahîr Temel bal kişand ser komkujiyên dewletê yên li ser mirovên sivîl ên li malên xwe rûdinin. Temel got: “Ev, ne komkujiya yekemîn a dewletê ye” û bal kişand ser salên 90’î. Temel peyama xwe wiha anî ziman: “Bi sedsalan e zîhniyeta faşîst me qetil dike. Lê em hê bi serbilindî li ser piyan e. Em ti caran bi komkujiyan ve teslîm nabin. Tiştê ku me rizgar bike tenê yekîtî ye.”