Ji Elkê ber bi herêma sînor ve veguhestina leşkerî

Ji Elkê ber bi herêma sînor ve veguhestina leşkerî

Hêjmarek zêde cendirme û tîmên tevgera taybet bi wesayîtên zirxî yên binavê Kîrpî ji Fermandariya Cendirmeyan ya navçeyê û Fermandairya Alaya navçeya Elkê ya Şirnexê ber bi sînorê Başûrê Kurdistanê ve veguhestin.

Li gorî agahiyên hatine girtin, hêjmarek zêde cendirme û tîmên tevgera taybet ji Fermandariya Cendirmeyan ya Navçeyê û Fermandariya Alaya Elkê bi wesayîtên zirxî ber bi Başûrê Kurdistanê veguhestin.

Veguhestina ku bi wesayîtên zirxî yên binavê ‘Kîrpî’ tên kirin, ewlekariyek mezin tê girtin, her wiha li esîmana jî du helîkopterên Kobra ewlekariyê digirin.